Li Yemenê di depoyeke çekan de teqîn: 6 mirî

Li bajarê Marib ê Yemenê di depoyeke çekan de teqîn çêbûn. Di encamê de 6 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Li Yemenê di depoyeke çekan de teqîn: 6 mirî
8 mijdar, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Marib ê li rojhilatê Yemenê di depoyeke çekan a artêşa Yemenê de teqîn çêbûn. Di encama teqînan de 6 kes mirin û bi kêmanî 8 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Sky News Arabia ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih, di teqînan de 3 zarok û 3 ciwanan jiyana xwe ji dest daye ku piraniya wan ji kampa Cifêniyê ya li parêzgeha Maribê ne.