Li Eyn Îsayê bi sedan kes ji bo rêber Ocalan daketin qadan

Bi sedan şêniyên herêma Firatê û koçberên Girê Spî daketin qadan, banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Li Eyn Îsayê bi sedan kes ji bo rêber Ocalan daketin qadan
Li Eyn Îsayê bi sedan kes ji bo rêber Ocalan daketin qadan
Li Eyn Îsayê bi sedan kes ji bo rêber Ocalan daketin qadan
Li Eyn Îsayê bi sedan kes ji bo rêber Ocalan daketin qadan
Li Eyn Îsayê bi sedan kes ji bo rêber Ocalan daketin qadan
8 mijdar, 2022   11:13
EYN ÎSA

Li navçeya Eyn Îsayê bi sedan kesan bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Meşê ji pêşiya Mizgefta Mezin dest pê kir û ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê kantona Girê Spî ve hat lidarxistin.

Piştî meşê li Çerxerêya Şehîd Cûdî mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de endama Meclisa Jinan a PYD`ê Fadiya El Şerîf axivî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de şermezar kir.

Fadiya El Şerîf diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan jin rizgar bûn û niha rola xwe di hemû qadan de digirin û bû pêşenga civakê û bingeha rizgariya hemû civakên bindest.

Fadiya El Şerîf her wiha anî ziman ku dagirkeriya Tirk bi her awayî şerê fikr û felsefeya rêber Ocalan û gerîlayan dike.

Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Fadiya El Şerîf di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku piştgiriyê bidin bangên gel û dawiyê li tecrîda li ser rêber Ocalan bînin.

Mîtîng bi berzkirina sloganên “Bijî rêber Abdullah Ocalan” bi dawî bû.

(şx)

ANHA