​​​​​​​Li Efrînê talankirina milkên welatiyan dewam dike

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest danîn ser berhemên zeytûnan ên şêniyan û bac li ser wan ferz kirin.

​​​​​​​Li Efrînê talankirina milkên welatiyan dewam dike
8 mijdar, 2022   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên ‘Feyleq El Şam’ dest danîn ser paketên zeyta zeytûnan ên welatiyê bi navê Ehmed Xelîl Xelîl ê ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê.

Hate diyarkirin ku li navçeya Mabatayê jî çeteyên ‘Siqûr El Şemal’ dest danî ser zeytûnên  welatiyê bi navê Hesen Eybû Mihemed ê ji gundê Erebo.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku çeteyên ‘Sutlan Silêman Şah’ 500 lîreyê Tirkiyê bacli ser her erebeyeke barhilgir a zeyta zeytûnan ên diçin navenda bajarê Efrînê, ferz kiriye.

ANHA