Beşdarên hevdîtina li Bochumê: Ji bo têkiliyên Kurd û Ereban pêwendiyeke domdar çêbû

Beşdarên diyaloga kurdî-erebî ku li bajarê Bochum ê Almanyayê hate lidarxistin, destnîşan kir ku hevdîtinên bi vî rengî yên girêdayî çarenûsa gelên herêmê girîng in û ji bo têkiliyên çalak pêwendiyeke domdar çêkir.

Beşdarên hevdîtina li Bochumê: Ji bo têkiliyên Kurd û Ereban pêwendiyeke domdar çêbû
8 mijdar, 2022   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Roja şemiyê hevdîtina diyaloga kurdî-erebî li bajarê Bochum ê Almanyayê ji aliyê Navenda Lêkolînan a Kurdî û Tolerance e.V. ya Almanyayê ve hat lidarxistin. 30 kesayetên siyasî, akademîsyen û aktîvîstên Kurd û Ereb di hevdîtinê de amade bûn.

Beşdaran diyar kir ku di navbera her du gelan de xalên hevbeş hene, çarenûsa her du gelan yek e û bi heman gefê re rû bi rû ne. Her wiha biryar dan ku ji bo xurtkirina têkiliyan gavên din biavêjin.

Der barê hevdîtinê de, aktîvîstê sûrî û siyasetmedarê ji bajarê Hemayê Hemze Xalid Saqatî ji ajansa me re wiha axivî: “Hevdîtin pir girîng bû, ji ber ku girêdayî dozên jiyana welatiyên sûrî û Rojhilata Navîn bû, nexasim têkiliya erebî-kurdî.”

Saqatî diyar kir ku hevdîtin di avakirina mantiqeke domdar a têkiliyeke çalak a kurdî-erebî de bi ser ket.

YEK ÇARENÛS Û YEK DIJMIN

Li pêşiya gelê herêmê gelek zehmetî û gef hene ku metirsiyê li ser hebûna wan çêdikin, nexasim piştî giranbûna şerên navneteweyî û herêmî. Ji van zehmetiyan jî, hewldana hêzên herêmî wek dewleta Tirk a dagirker ku herêmê li gorî Mîsaqê Mîllî û Osmaniya Nû kontrol bike.

Li hember metirsiyên hevbeş gelek kesayet û partiyên Ereb û Kurdan banga avakirina hevbendiyeke kurdî û erebî kir.

Saqatî der barê girîngiya xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban de got: “Ez dibînim ku tiştê hevbeş di navbera Kurd û Ereban de ne tenê berjewendî lê belê çarenûs e jî. Her wiha dijmin yek e û metirsî jî yek e. Ji ber wê jî ez dibînim ku diyaloga erebî-kurdî dê bibe bingeha ronîkirina çarenûs û siberoja her du gelan.”

‘FIKRÊN RÊBER OCALAN KRÎZÊN GELÊN HERÊMÊ ÇARESER DIKIN’

Têkildarî girîngiya neteweya demokratîk ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, Saqatî wiha axivî: “Di serî de ez piştgiriya rêber Ocalan dikim ku ji bêhtirî 20 salan ve di rewşên dermirovî de dîlgirtî ye. Ez dibînim ku ew kesayetekî fikrî û siyasî yê cuda ye, dûrbûna wî jî bandoreke neyînî li doza Kurdan û herêmê dike.”

Saqatî herî dawî got: “Bi qasî ku min nivîsên Ocalan xwendine, ez wiha dibînim ku pêwîstiya nivîs û berhemên wî bi xwînerekî pispor heye, ji ber ku ew xwedî felsefeyeke mezin e ji bo çareserkirina pirsgirêkên dewlet, desthilatdarî û civakê û dikare jiyaneke ewle ji gelên herêmê re misoger bike. Ji ber wê jî azadkirina wî mijareke cewherî ye ne tenê mirovî û exlaqî, lê belê siyasî ye jî.”

Endama Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rewşen Muslim ku tev li hevdîtinê bûye, got: “Diyalog; hewldanek ji bo naskirina aliyê din e. Em dan û standinan bikin yanî em dev ji çek û çewisandinê berdin. Diyalog alternatîfê her duyan e.”

Rewşen Muslim anî ziman ku rûniştina li ser masaya diyalogê bi xwe naskirin û fêmkirina aliyê din e û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Diyalog tê wateya ku em dev ji helwest û nêrînên berê berdin. Ev tê wateya ku em di heman xendeqekê de ne. Di dawiyê de em mirov in, li şûna li hemberî hev derkevin divê em bi hev re bijîn. Li şûna têgihiştineke şaş hebe, divê qebûlkirina aliyê din hebe. Bidawîkirina dûrketina berê ku bi têgihiştina şaş, çewisandinê û ji holêrakirina aliyê din têkil e, gava yekemîn a ji bo destpêkirina diyalogê ye. Diyalog, jibîrkirina van hemûyan e û destpêkirina pêvajoyeke nû ye.”  

‘HEVKARÎ ME DIGIHÎNE AŞTIYÊ’

Rewşen Muslim bang li gelên herêmê kir û got: “Bi wê re xelê difikire ku em ne neteweya yekane li vê dinyayê ne. Zêdetirî rengek, olek û etnîk heye. Şer û çek ne çareserî ye.”

Her wiha Rewşen Muslim daxuyand ku diyalog, jiyana hevbeş, têgihiştin, parvekirin û fêmkirina aliyê din, naskirina vê têgînê ku ev ax ya hemûyan e ne ya neteweyekê ye, ji armancên diyalogê ne.

Der barê girîngiya hevkariyê li gel astengiyên hevbeş de Rewşen Muslim got: “Diyalog gaveke pir girîng e. Ji ber ku hemûyan êdî fêm kirine ku jiyana hevbeş û kêşe ne tenê ji bo Ereban an jî Kurdan an jî asûriyan kêşeya hebûnê ye. Faşîzim û tundrewî dijminên jiyanê ne û em banga jiyanê dikin.”

Rewşen Muslim wiha pê de çû: “Her hevkariyek di navbera du neteweyan de, aştiyê, jiyana hevbeş û pêşketinê pêk tîne û her du alî sûd ji hev digirin. Hevkariya ji bo ji nû ve avakirina axê, parvekirina rêbazên jiyanê yên hêz, pere, çandinî û pîşesazî ji ber ku ax hevpar e.”

‘AVAKIRINA CIVAKEKE DEMOKRATÎK ÇARESERÎ YE’

Rewşen Muslim behsa çareseriya herî guncew a ji bo çareserkirina aloziyên li herêmê kir û got: “Di dawiyê de projeyek heye, divê hemû xwedî lê derkevin. Mîna ronakbîr Abdullah Ocalan gotiye, ev proje, avakirina civakeke demokratîk e ku hemû di çarçoveya ray û raya din de û di çarçoveya diyarkirina azad, demokratîk û hilbijartinan de dijîn.”

Her wiha Rewşen daxuyand ku ev proje ne tenê ji bo gelê Kurd e lê belê ji bo hemû netewan e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dikarin di çarçoveyeke demokratîk de bijîn ku mirov, mêr û jin wek hev bin. Ev proje, projeyeke zanistî ya demokratîk e.”

Di dawiyê de Rewşen got: “Ya herî girîng têkoşîna li hember faşîzm û terorê û sekna li hember serweriya neteweyekê li ser neteweya din û çewisandina wê ye.”

(mh-şx)

ANHA