​​​​​​​Weid Qedo: Biryar e parlamentoya Iraqê li ser êrişên dewleta Tirk bicive

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Paralamentoya Iraqê Weid Qedo ragihand ku biryare parlamento li ser êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê kom bibe û got: “Hebûna leşkerên Tirk ya di nava xaka Iraqê de dagirkerî ye û ev nayê qebûlkirin.ʹʹ

​​​​​​​Weid Qedo: Biryar e parlamentoya Iraqê li ser êrişên dewleta Tirk bicive
5 mijdar, 2022   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistan û xaka Iraqê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk taybet demên dawî de gelek caran êrişî Şengalê kir û xelkê sivîl dike hedef.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Weîd Qedo der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji Rojnews’ê re axivî.

Weîd Qedo destnîşankir ku dosyaya dubarebûna êrişên dewleta Tirk tevî nerazîbûnên fermî yên Bexdayê, pêvajoyek metirsîdar bi xwe re tîne, ji bo vê biryar ew e ku parlamentoya Iraqê li ser van êrişên dewleta Tirk civînek li dar bixe.

Qedo  di dewamê de behsa hewldanên ji bo ragirtina êrişan kir û wiha pêde çû; “Gelek parlamenterên Iraqê daxwaz kirine ku li ser dosyeya binpêkirina serweriya xaka Iraqê lêkolîn were destpêkirin. Ji bo vê yekê divê runiştinek taybet ji bo guftugokirina êrişên Tirkiyê were li darxistin ku daxwaz ji Enqereyê were kirin ku rêz ji serweriya Iraqê re bigire.”

Weîd Qedo di dawiya axaftina xwe de balkêşa ser hejmara leşkerên Tirk yên di nava xaka Iraqê de û got; “Zêdetirî 7 hezar leşkerên Tirkiyeyê di nava xaka Iraqê de hatine bi cih kirin. Hebûna leşkerên dewleta Tirk di nava xaka Iraqê de dagirkeriye û ev jî nayê qebûl kirin.”