ʹDivê jin li dijî şerê topyekun xwe bi rêxistin bike û parastina cewherî xurt bikeʹ

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- Kantona Şehbayê bang li tevahiya jinan kir ku li dijî şerê topyekûn ê bi armanca têkbirina civakê di şexê jin û ciwanan de xwe li gor rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û parastina cewherî xurt bikin.

ʹDivê jin li dijî şerê topyekun xwe bi rêxistin bike û parastina cewherî xurt bikeʹ
5 mijdar, 2022   06:11
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Şerê îdeolojî, şerê bê xwîn, şerê nerm û şuştina mejiyan, ev têgeh ji hemû cûreyên şerê taybet re tên gotin ku ji cûryên herî xetere yê şeran e, ji ber ku îrade, bawerî, fikir û moralê civakê dike hedef. Di vî şerê de gelek rêbaz tên bikaranîn,  ji wan internet e.

Rêber Abdullah Ocalan li ser şerê taybet dibêje, hêzên kapîtalîst şerê taybet ji bo ketina nav civakê û jihevxistina wê, valakirina wê ji çand û exlaqê û ji nû ve komkirina wê bi kar tîne.

KÎ HERÎ ZÊDE DI CIVAKAN DE TÊ HEDEFGIRTIN

Beşa herî zêde ku bi şerê taybet tê hedefgirtin jin û ciwan in. Hêzên kapîtalîst ji bo têkbirina van herdu bingehên civakê şerekî birêkûpêk dimeşîne û hertiştî girêdayî jiyanê reş dikin, her wiha beşdarbûna jinan di qadên civakê de asteng dikin.

Bi destpka Şoreşa Rojava re ya ku destkeftiyên mezin ji hemû pêkhateyên gelên herêmê re bi dest xistin re, bi rêbazên cûda hewldanên têkbirina projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên şoreşê, nexasim hedefgirtina îradeya jina azad a pêşeng, tên kirin. Rêjîma Tirk bi rêya amûrên şerê taybet kesên lawaz wekî sîxur ji bo xwe bi kar tîne, ku di encamê de gelek kesayetên welatparêz û pêşeng ên civakê hatin hedefgirtin.

Der barê vê mijarê, endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Zelal Efrîn ji ajansa me re behsa armanc û niyetên hêzên hegemonîk ên hedefgirtina ciwanan, nexasim jinan  kir.

Zelal Efrîn diyar kir ku hêzên ambargo li ser kantona Şehbayê ferz kirine, hewl didin bi rêbazên şerê taybet  jinan bikin hedef da ku nasnameya wan ji holê rakin û wan ji doza wan dûr bixin.

Zelal Efrîn got: "Kêm jin hene ku tev li tevgerê nebûne û fikrê rêber Ocalan nas nekirine. Bandora siyasetên bi armanca jihevxistina civakê di şexsa jinan de li dijî herêmê tên meşandin, li wan bûye.”

Zelal Efîn diyar kir ku ew di Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê de li hember siyasetên hêzên hegemonîk ên li dijî herêmê rû bi rû ne û got: " Tevî vê yekê jî em hewl didin xwe bigihînin hemû jinên ku tevger nas nekirine da ku em wan li gor prensîpên neteweya demokratîk bi rêxistin bikin.”

Der barê hedefgirtina jinan de Zelal Efrîn got: “Hêzên dijber di şexsa jinan de Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digirin, em jî dizanin ku her çiqas jin xwe bi rêxistin bikin û li gor geşedanên herêmê tedbîr bigirin, ewqasî êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Dewleta Tirk û hêzên dijber baş dizanin ku jin di belavkirina felsefeya neteweya demokratîk de li pêş in û ji bo guhertina hişmendiya baviksalarî û pêşengiya civakê dixebitin."

Di dawiya axaftina xwe de Zelal Efrîn soza şopandina rêya şehîdan û fikrê rêber Ocalan heta pêkanîna azadiyê nû kir.

'DIVÊ HEMÛ JIN TÊGIHÊN ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ KÛRTIR NAS BIKIN’

Her wiha, nûnera Komîteya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Meclisa Kantona Efrînê Emîne Hac Ebdo da zanîn ku dijmin baş dizanin ku jin û ciwan civakê bi rê ve dibin, ji ber vê yekê hewl didin civakê ji hev bixin û têk bibin.

Emîne Hac Ebdo bang li tevahî jinan kir ku xwe li dijî şerê topyekûn yê bi armanca têkbirina civakê di şexê jin û ciwanan de xwe xwe li gor rêgezên şerê gel ê şoreşgerî û parastina cewherî bi rêxistin bikin.

Her wiha Emîne Hac Ebdo her wiha bang li jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe û dîroka xwe û siyasetên ku hêzên tarî li dijî wan û civakê dimeşînin, nas bikin.

Emîne Hac Ebdo destnîşan kir ku parastin ne tenê di milê leşkerî de tê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʹʹHeman demê  divê di aliyên îdeolojî, siyasî, rêxistinî û pêşxistina bingehên pewerdeyê û belavkirina wan di nava civakê parastin bê kirin. Divê her kes xwe di têgehên şerê gel ê şoreşgerî û têkoşîna îdeolojî kûrtir bike da ku bikaribe şerê taybet ê li dijî civakê têk bibe.ʹʹ

(mh)

ANHA