Rojevên rojnameyên erebî yên îro; lûtkeya Cezaîrê û nakokiyên Sûdanî û El Malikî

Rojnameyên erebî yên îro behsa guhertina helwesta siyasî ya Ewropayê ya li hember hikumeta Şamê, rola ku Cezaîrê di Lûtkeya Erebî de lîstiye da ku tu helwestê li hember destwerdanên Îran û dewleta Tirk ên di kar û barên dewletên Ereban de neyê nîşandan û nakokiya di navbera Sûdanî û Malikî de ya li ser saziyên ewlehiyê yên Iraqê kir.

Rojevên rojnameyên erebî yên îro; lûtkeya Cezaîrê û nakokiyên Sûdanî û El Malikî
5 mijdar, 2022   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GUHERTINA HELWESTA SIYASÎ YA EWROPAYÊ YA LI HEMBER HIKUMETA ŞAMÊ’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Ji havîna borî ve helwesta siyasî ya Ewropayê Ii hember Şamê hate guhertin. Berpirsê şandeya Yekitiya Ewropayê (YE) ya ji bo Sûriyê Dan Stoinescu serdana Helebê kir û vegera têkiliyên ewropî bi Sûriyê re dest pê kir.

Dan Stoinescu diyar kir ku ev serdan ji bo şopandina rewşa mirovî ye û destnîşan kir ku çareseriya yekane li Sûriyê, çareseriya siyasî ye û divê hemû alî cidî kar bikin da ku bigihêjin çareseriyê.

Bangewaziyên Ewropayê yên têkildarî pêwîstiya vegerandina têkiliyên bi Şamê re, zêde bûn. Li gorî çavkaniyên amerîkî, dewletên mîna Yewnanistan, Îtalya, Macaristan û Polanya fişarê dikin da ku siyaseta heyî li gorî berjewendiyên Şamê û ji bo sekinandina pêla koçberiyê bê guhertin. Ev tê wateya destpêkirina dan û standina dîplomatîk bi Şamê re da ku ev pirsgirêk were çareserkirin.”

‘DI LÛTKEYA CEZAÎRÊ DE HERÎ ZÊDE ÎRAN Û TIRKIYÊ QEZENC KIR’

Têkildarî Lûtkeya Erebî ku li Cezaîrê li dar ketiye, rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Di encamnameya lûtkeyê de, çarçoveyeke pratîk ji bo çareserkirina dozên hesas ên di lûtkeyê de hatine nîqaşkirin, nehat pêşkêşkirin. Ew jî nêrînên berê yên der barê lûtkeyê de derketine piştrast kir ku Cezaîr bê dil lûtke li dar xist, ji ber hevalbendiyên wê yên herêmî û nakokiyên wê yên bi Mexribê re. Ji ber wê gelekan got ew ji hêviyên hevgirtina erebî û rêgezên karê hevbeş dûr e.

Tevî ku Tirkiye û Îranê nûnerên xwe neşandin lûtkeyê, lê herî zêde wan sûd ji encamên wê wergirtin. Cezaîrê rola wekîlan lîst da ku helwesteke şermezarkirina destwerdanên her duyan di kar û barên dewletên Ereban de neyê girtin. Ev derfetekê dide her duyan ku destwerdanên xwe bidomînin.”

‘RAYEYÊN EWLEHIYÊ NAKOKIYAN DI NAVBERA SÛDANÎ Û EL MALIKÎ DE NÎŞAN DIDIN’

Têkildarî rewşa Iraqê jî rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: “Li gorî daxuyaniya ku piştî civînê hat dayîn, di civîna xwe ya dawîn de ku duh li Bexdayê çêbû, 'Çarçoveya Hemahengiyê' ya şîe, helwesta xwe ya der barê guhertina di rayeyên bilind ên ewlehiyê de eşkere nekir. Tenê piştgiriya xwe ji 'destpêkirina rast a ku ji aliyê hikumeta Mihemed Şiya Sûdanî ve hatiye destpêkirin' tekez kir.

El Sudanî guhertinên bilez di rayeyên ewlehiyê de pêk anî, ya herî dawî sekreterê şexsî yê fermandarê giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed El Beyatî bo Wezareta Parastinê veguhast. Li gorî çavkaniyên nêzî Nivîsgeha Serokwezîriyê, Raid Cohî jî ji wezîfeya xwe ya rêveberiya îstixbaratê hatiye rakirin. Hin helwest derketin ku ev guhertin wekî kampanyayeke hikumetê ya ji bo tesfiyekirina karmendên payebilind û leşkerên ku bi serokwezîrê berê Mistefa El Kazimî re kar dikirin, nirxand. Hin rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê ji Şerq El Ewset re "mebesta tolhildanê" ya li dijî hikumeta berê red kir.

Lê ev atmosfera bicoş a ji bo bidestxistina rayeyên sereke dê di demeke nêz de di rûyê El Sudanî de biteqe ku çavkanî dibêjin 'Ew ji reftarê serokwezîrê berê Nûrî El Malikî ne rehet e'. Heman çavkanî texmîn dikin ku Sûdanî dê fermandarê berê yê şerê li dijî terorê Talib Şexatî, ji bo rayeya wî ya nû wek rêveberê dezgeha îstixbaratê destnîşan bike. Heke rast be, wê demê serokwezîr bi rastî jî hewl dide komên şîe yên ku ji vê ajansa ewlehiyê ya hesas ne razî ne, dûrî nivîsgehên wê bihêle.

Ji aliyekî din ve, dîmeneke efserên iraqî yên ku beşdarî şahiyekê li Bexdayê bûne, bû sedema vekirina lêpirsînê. Şahî aidî saziyeke hunerî ye û xelatên rûmetê pêşkêşî kesayetiyên giştî ji bo 'hewldanên wan ên di sala 2022'yan de' kir. Di nava wan de jineke ciwan a bi navê Sara Heyder jî hebû ku paşê diyar bû ew li ser torên civakî kesayeteke bibandor bû.”