​​​​​​​Rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re roportaj kir hat binçavkirin

Hêzên Îranê, rojnamevan Nazîla Marûfiyan a roportaj bi bavê Jîna Emînî re kir li Tehranê binçavkirin û şand Girtîgeha Evînê.

​​​​​​​Rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re roportaj kir hat binçavkirin
4 mijdar, 2022   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Îranî, hêzên rejîma Îranê roja Yekşemê li ser mala rojnamevan Nazîla Marûfiyan de girtine û ew binçav kirine.

Hat zanîn ku Nazîla Marûfiyan ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ye, lê li Tehranê dijî.

Gotûbêja rojnamevan Nazîla Marûfiyan bi Amjadê bavê Emînî re kir, roja 19’ê Cotmehê li ser malpera Mustaqîlê hat weşandin.

Nazîla Marûfiyan, piştî gotûbêjê lînkê şîroveya li ser ku wê çi bi serê wê de bê, li gotûbêjê zêde kir û got: “Xwesteka min a xwe kuştinê nîne û tu nexweşiyek ku bibe sedema xwekuştinê jî nîn e.’’

Malpera Mustaqîlê piştre nûçe rakir, lê bav Amjad daxuyaniyên rayedaran ku pirsgirêkên tenduristiyê yên keça wê hene, red kirin. Gotûbêj bi sernavê ‘’Bavê Mehsa Emînî: Derewan dikin!’’ hatibû weşandin.

Nazîla Marûfiyan piştî destgîrkirinê şandin Girtîgeha Evînê ku bi îşkenceyê tê naskirin.

Li gor Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) a navenda wê li New Yorkê ye, ji 16’ê ta bi niha qet nebe 54 rojnamevan hatine girtin. 10 ji wan bi kefaletê hatine berdan.