​​​​​​​Koka diruşma ʹʹJin, Jiyan, Azadî"

Li hemberî êş û azarên 5 hezar sal, jin careke din radibe û bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşîna xwe ya bidestxistina mafên xwe radighîne. Gelo koka vê diruşma ku rêber Abdullah Ocalan a ji bo xilaskirina jinan ji qeydên sîstema koledar daniye, çi ye?

​​​​​​​Koka diruşma ʹʹJin, Jiyan, Azadî"
5 mijdar, 2022   03:28
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Pirsgirêka jin a di rûpelên dîrokî de hatiye veşartin bûye pirsgirêkeke cîhanê. Pergala baviksalarî ya desthilatdar ji serdema Sumer an ku ji 5 hezar sal ve mafên jinan ji wan standine.

JIN XWEDAWEND, QIRALÎÇE Û FERMANDAR E

Li herêma Kevana Zêrîn, warê bereketê şoreşa jinê ya yekem di serdema neolîtîkê de an ku 12 hezar sal beriya zayînê derket. Di wê pêvajoyê de Belqis rêveberiya Yemenê girt, Zenûbiya Tedmur bi rêve bir, Şeceret El Dur û Kleopatra Misirê bi rêve birin. Her wiha qiralîçe Nefertîtî ku bi têgihiştina xwe siyasî tê nasîn jî rêveberiya Misirê girt, qiralîçeya Asûrî ya Babilî Samîra Mays, empertera Zeyneb El Nefzawiya li Bakurê Afrîka û Spanya, Indira Gandî li Hindistanê û Anahîd Aghabekian li Ermenistanê mînakên jinên pêşeng in.

Jina Kurd di rêvebirina civaka xwe de xwedî cihekî girîng bû û nasnameya xwedawendan parastin ji ber vê yekê bi navên cuda yên wekî “xwedawendên Îştar, Star, Eştorut, Savuşka û Anahita” derketin. Carinan jî dibû qirlîçe û carcaran jî dibûn şah mîna Edûl Xan û Xanzad.

RÊBER OCALAN: RIZGARKIRINA JINAN JI RIZGARKIRINA WELAT GIRÎNTIR E

Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da mijara rizgarkirina jinan û di vê der barê de Jineolojî ava kir û pêş xist. Rêber Ocalan rizgarkirina jinan ji rizgarkirina welat girîntir dibe û azadiya jinan wekî bingehê azadiya civakê dinirxîne.

Li ser vî bingehê jin bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşîna xwe ya bidestxistina mafên xwe dikin. Niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin bi vê diruşmeyê li qadan in.

KOKA DIRUŞMA ʹʹJIN, JIYAN, AZADÎʹʹ

Di navîna salên 90ʹî yên sedsala borî, bi taybet di sala 1996ʹan de, rêber Abdullah Ocalan rewşa jinan ji hemû aliyan ve, ji civaka neolîtîkê û şoreşa çandiniyê heta dîroka nûjen bi berfirehî lêkolîn û anlîz kir û jin wekî jiyan û azadî nirxand. Êdî ev nirxandin zemîna diruşmeyeke cîhanî ava kir ku li her deverê jin bi vê diruşmê li hemberî sîstemên serdest diqîrin.

Koka vê diruşmê di rûpelên dîrokî de wendayî ye. Li gorî nirxandinên rêber Abdullah Ocalan, ev diruşm vedigere şoreşa çandinî û serweriya zimanê arî û çanda civaka dayika xwedawend a ku li rêze çiyayên Torosê derketiye.

Bi derketina tevgera rizgariya Kurdistanê re, diruşma ʹʹJin, Jiyan, Azadî" hat bikaranîn û pirê caran di xwepêşandanên li Bakurê Kurdistanê dihate berzkirin.

Her wiha di pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞʹê ev dirşume ku şervanên YPJʹê berz dikirin, li cîhanê deng veda.

TÊKOŞÎNA XWE JI ŞOREŞA JINAN A ROJAVA DIGIRIN

Ji zêdetirî mehekê ve, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê an ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emîn (20) ji aliyê polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve di 17ʹê Îlona borî de,  bi pêşengiya jinan serhildanek li dijî rejîmê li dar e. Rejîma Îranê xetên înternêtê birîn da ku dengê serhildêrên ku banga edalet, azadî û wekheviyê dikin, qut bikin.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanî Medya Rojhilat got: "Di merasîmê veşartina cenazeyê Jîna Emînî de dirşma ʹJin, Jiyan, Azadîʹ hatin hildan. Êdî ev yek bû diruşma sereke ya serhildanê.ʹʹ

Medya Rojhilat got: "Ev diruşm alternatîfa kiryarên zilm, çewisandin û qetilkirina jinan li Îranê ye." Her wiha îşaret pê kir ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkoşîna xwe ji şoreşa jinan a li Rojava digirin û dixwazin sîsetmekê ava bikin ku karibin xwe û hêza xwe tê de îfade bikin.

Medya Rojhilat her wiha diyar kir ku diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" deng û rêza gelê Îranê kir yek.

DAMEZIRANDINA KOMARA MEHABADÊ

Rojhilatê Kurdistanê bi dagirkeran re rû bi rû mabû, heta ku Komara Mehabatê di 22ʹyê Çileya 1946ʹan de bi serkêşiya Qazî Mihemed hat dameziranidn. Piştî vekişandina hêzên Yekitiya Sovet, artêşa Îranê bi awayekî hovane êrişî, şoreşa Qazî Mihemed têk bir û di dawiya Adara 1947ʹan de Qazî Mihemed darve kir.

Dema şoreşa Xumeynî di sala 1979ʹan de Kurdan di hilweşandina dewleta Şah de rolek lîstin. Ji ber ku edalet ji bo wan pêk neanîn, li hemberî rejîma Îranê rabûn. Murşidê bilind ê şoreşê Ruhallah Xumeynî (Cîhad) li hemberî Kurdan ragihand û wan wekî sûcdar û gawir wesif kirin.

Li ser vê yekê nîjadperest  û neteweperestên Îranê bi koman  herikîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û mezintirîn operasyonên qirkirina etnîkî pêk anîn. Di encama "Fitweya cîhada li dijî gawiran" de zêdetirî 10 hezar Kurd şehîd bûn.

Ruxmî vê yekê Kurdan dev ji çand û kevneşopiya xwe bernedan.

JIN Û DESTHILATA ÎRANÊ

Rejîma Îranê ji bo astengkirina rola jinan û bêparhiştina wan ji mafên wan, qanûnên giran danîne. Her wiha bi hincet û di bin navên ol jin tên qetilkirin û tundî li ser wan tên kirin.

Rêxistina Îran Human Rights (IHR) ku navenda wê li Osloyê ye, ragihand ku di sala 2021ʹan de rejîma Îranê 15 jin darve kirine û ji sala 2010ʹî de cezayê darvekirinê li 170 jinan biriye.

Medya Rojhilat diyar kir ku di qanûna rejîma Îranê de jin sûcdar tê dîtin û got, mînaka vê yekê girtina Rîhanî Cebarî ye. Rîmahî mêrê ku êrişî wê dikir kuşt, ji ber vê yekê cezayê darvekirinê lê hat birîn

Medya Rojhilat destnîşan kur ku qanûna Îranê piştgiriyê dide kujerên jinan û got: "Jin nikare xwe îfade bike û mafê xwe biparêze. Mînaka vê yekê Şilêr e ya ku xwe ji qata jor ve avêt da ku xwe ji mêrekî ku hewl dida destdirêjiyê lê bike, xilas bike. Heger xwe ji mêr parastiba wê hatiba tawanbarkirin û dadgeh li dijî wê derketiba."

BI QETILKIRINA JÎNA RE CIVAKA KURDÎ BÛ VOLKAN

Medya Rojhilat her wiha diyar kir ku rejîma Îranê di 43 salên serdestiya xwe de êrişên li ser jinan rewa kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin di malê de tên asêkirin, êriş li wan tên kirin. Civak jî li ber vê rewşê rabû."

Her wiha da zanîn ku li bajarên Kurdistanê, bi taybet li Belcûstanê bi dehan kes hatin qetilkirin û got: "Bi qetilkirina Jîna re civaka kurdî bû volkan."

Li Îranê zext li ser jinan tên kirin, ji serî heta tiliyên lingan laçik li ser wan tên ferzkirin. Her wiha qedexe ye ku jin bi kesên biyanî re biaxive û bi tenê ji malê derkevin.

Desthilata Îranê li jinan dinêre weke ku amûreke ji bo pêkanîna pêwîstiyên mêr in û di bin çavdêriya "Polîsên Exlaqê" de ne ye ya ku di sala 2005ʹan de ji bo rizgarkirina qanûnên rejîmê hatine avakirin.

HER SAL NÎV MÎLYON KEÇÊN BIÇÛK TÊN ZEWICANDIN

Li gel rejîma serdest a Îranê û di çarçoveya binpêkirina rûmeta jinan û pêkanîna tundiya li dijî wan de,  keçên temen biçûk bi darê zorê tên zewicandin, di encamê de diyardeya berdanê bilind bûye.

Wekî sûcekî li dijî zarokan, di madeya 1041ʹê ya qanûna medenî ya Îranê, temenê qanûnî yê zewaca keçan 13 sal e û ji bo kuran 15 sal e. Hinek mêr ji rewşa aborî ya hin malbatan sûdê digirin û bi keçên temen biçûk ên 30 sal ji wan biçûktir re dizewicin.

Li gorî malpera Tejaret News ku daneyan dispêre navenda serjimariyê ya Îranê, di 5 salên dawî de an ku di navbera salên 2017- 2022ʹyan de 313 hezar û 365 zarokên jêrî 15 salî hatine zewicandin. Li gorî serjimariyên din jî, bîlançoya salane ya zewaca keçên temen biçûk 500 hezar e.

Keçên biçûk bi zorê tên zewicandin û îşkence li wan tên kirin, gihişt asta ku îmkanên veqetandinê zehmet e û nikarin li dadgehan gilî bikin, ji ber ku xwedî maf nayên dîtin.

PIRSGIRÊKA TEVAHÎ CIVAKÊ YE

Girtina Jîna Emînî û qetilikirina wê di  17ʹê Îlona 2022ʹan re rewşa tevahî jinên li Îranê îfade dike. Pirsgirêk ne pirsgirêka cil û hîcabê ye, lê pirsgirêk binpêkirina azadî, tundî, zilm û êş û îşkence ye ku li ser jin û civakê tê kirin.

Ev pirsgirêk, li gel wê aloziyên aborî û civakê hêrsa gel rakir û bi qetilkirina Jîna Emînî çirûska raperînê li Rojhilatê Kurdistanê vêet. Ev raperîna bi serkêşiya jinan her ku diçe belav dibe û pêkhateyên din jî cihê xwe di nav de digirin.

DEM DEMA ŞIKANDINA QEYDAN Û JIYANEKE AZAD E

Raperîna jinan û rakirina hîcabê namayeke ku jin li dijî zilm û çewisandinê ye, şewitandina hîcabê û gerandina govenda wan a li ber stranan sekeneke. Hîcaba ku şewitandine ne ya îslamê ye, lê ya rejîmekê ye ku li ser esasê siyasetên cûdekarî û zayendperestiyê hatiye avakirin. Sîstemên li Rojhilata Navîn gel bêdeng dikirin û mafên wan ên bidestxistina mafên xwe û axaftina bi zimanê xwe diçewistandin. Lê ev siyasetên, qetilkirin û çewisandin gelan ji têkoşîna azadiyê dûr nexist. Dem hatiye ku gel van qeydan bişkînin û bi azadî û aştî bijîn.

ANHA