​​​​​​​Şandeya Parlamentoya Ewropayê bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiya

Şandeya Parlamentoya Ewropayê bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiya û diyar kir ku ew ê nameya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberan bighînin Parlamantoya Ewropayê.

​​​​​​​Şandeya Parlamentoya Ewropayê bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiya
4 mijdar, 2022   18:10
QAMIŞLO

Şandeyek ji Parlamentoya Ewropayê li eywana mêvanan a navçeya Amûdê bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiya.

Şandeya ji nûnera Partiya Keskan a Almaniya ya di Parlamentoya Ewropayê de Catherine Langensien û alîkarê wê Ferdi Nandor pêk dihat bi endamên Koçberên Serêkaniyê Anahita Sîno, Ciwan Sîno û Mihemed Salih Etê re civiya.

Di hevdîtinê de rewşa herêmên dagirkirî, binpêkirinên qanûn û peymanên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin nîqaşkirin. Endamê komîteyê Ciwan Sîno ji şandeyê xwest ku tavilê destwerdanê bike û li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker helwesteke xurt nîşan bide û alîkariyê bide niştecihên herêmê.

Ciwan Sîno her wiha got: "Me gelek rapor û belgeyên têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî de, ji rêxistinên hiqûqî û mirovî yên cîhanê re şandine, lê heta niha tu bersiv nedane."

Nûnera Partiya Keskan a Almaniya ya di Parlamentoya Ewropayê de Catherine Langensien soz da ku ew ê nameya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberan bighînin Parlamentoya Ewropayê û van mijarên hatin bi bîr xistin, nîqaş bikin. Her wiha got: "Destwerdana hêzên herêmî û cîhanê çareserkirina aloziya Sûriyê asteng û kûrtir dike."

Şandeya Parlamentoya Ewropayê bi serokatiya nûnerê Partiya Sosyal Demokratan a li Parlamentoya Ewropayê Andreas Scheder û nûnerê bloka Partiya Keskan li Parlamentoya Ewropayê Francois Alfonsi 31ʹê Cotmeha borî serdana Goristana Şehîd Delîl Saroxan kiribû.

ANHA