​​​​​​​Welatiyên Hesekê û Helebê: Gerîla dê bi ser bikeve

Welatiyên Hesekê û Helebê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker nekarî armancên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne, ji ber vê yekê çekên kîmyewî bi kar tîne. Welatiyan got dewleta Tirk çi qasî çekan bi kar bîne jî gerîla dê bi ser bikeve.

​​​​​​​Welatiyên Hesekê û Helebê: Gerîla dê bi ser bikeve
4 mijdar, 2022   03:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de peymanên qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike û di êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de çekên kîmyewî bi kar tîne. Herî dawî di van êrişan de 17 gerîla şehîd bûn.

Şêniyên bajarê Hesekê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sûcên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDKʹê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi gerîlayan re anîn ziman.

Ji bajarê Hesekê, welatiyê bi navê Îbrahîm Hisên diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser gerîla de armancên xwe pêk neanîn, ji ber vê yekê çekên kîmyewî li dijî wan bi kar tîne.

Îbrahîm Hisên got: "Dijmin bi hemû rêbazan hewl dide hebûna gelê me û berxwedana me tune bike. Lê mixabin hinek alî hene ji bo berjewendiyên desthilatdarî û kesayetî kar dikin û berjewendiyên neteweyî ji bîr kirine. Ev rewşa PDKʹê ye ku nehişt maskên parastinê bigihêjin hêzên gerîla.”

Îbrahîm Hisên anî ziman ku dîrok dê PDK’ê efû neke û wiha dawî li axaftina xwe anî: "PDK xiyanetê li gel û berxwedêran dike. Divê gelê me wê teşhîr bike, ji ber ku xetereya wê ji xetereya dagirkeriya Tirk a li ser gelê me mezintir e."

Welatiya bi navê Medya Elî da zanîn ku armanca bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê tunekirina gelê Kurd û gerîlan e.

Medya Elî îşaret pê kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê û cîhan li hemberî dewleta Tirk a dagirker a ku çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne, helwestekê nîşan bidin û erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.

Welatiyê bi navê Nesredîn Osman bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ya li hemberî dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî bi kar tîne, şermezar kir û got: "Em sûcê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeran ve qebûl nakin. Ji ber vê yekê îro ji hemûyan tê xwestin ku li hemberî van êrişan helwesta xwe nîşan bidin û li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin."

Ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî welatiya bi navê Newal Mihemed nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî da û got, ruxmî ku ev sûc li ber çav û guhên rêxistinên hiqûqî û tevahî cîhanê têne kirin, lê tu kes rê li ber nagire.

Newal Mihemed bi domdarî got: “Dewleta Tirk a dagirker difikire ku bi şehadeta gerîlayên me em ê lawaz bibin, lê ev ne mimkin e û ne pêkan e. Berovajî vê yekê hêz û baweriya me bi pêkanîna serkeftin û azadiyê zêde dibin."

Welatiya bi navê Henîfe Gernas jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "17 gerîla gihiştin asta şehadetê, ev yek hêzê dide me, tu tişt nikare îradeya me bişikîne."

Her wiha welatiya bi navê Mizgîn Îbrahîm îşaret bi niyetên dewleta Tirk a dagirker kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan, heta bi çekên kîmyewî hewl dide Kurdan qir bike.

Mizgîn Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de got: "Me bi rihê demokrasî û li ser xeta fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan şoreşek afirand. Em ê li hember hemû kesên ku hewl didin azadiya me bin pê bikin, bisekinin. Cûreyên êrişên li ser me çi dibin bila bibe, wê gerîla bi ser bikeve."

Mizgîn Îbahîm di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafên miovan û hêzên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û dawî li êrişên dewleta Tik ên li ser gel û gerîla bînin.

ANHA