​​​​​​​'Ger dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bidome dê encamên xirab bi xwe re bîne'

Ji rêveberên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno diyar kir ku dewamkirina dorpêça hikumeta Şamê dê pêkanîna projeyên xizmetguzariyê asteng bike. Sîno bang li aliyên pêwendîdar kir ku sînorekî ji van kiryarên wê re deyne.

​​​​​​​'Ger dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bidome dê encamên xirab bi xwe re bîne'
3 mijdar, 2022   23:37
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi derfetên xwe yên kêm hewl dide xizmeta gel bike. Li aliyê din jî hikumeta Şamê li pêş hewldanên sererastkirinê disekine, dorpêçê li ser herêmê ferz dike û nahêle madeyên xwarinê, alîkarî û pêwîstiyên bingehîn ên ji bo karê sererastkirinê derbasî her du taxan bibin.

Têkildarî mijarê, ji rêveberên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno wiha axivî: "Bi îmkanên xwe yên kêm û bi însiyatîfa xwe, em ji bo çaksaziya herêma xwe ya ku di şerê salên borî de wêran bûbû, dixebitin."

Sîno bal kişand ser xalên kontrolê yên hikumeta Şamê ku li pêş projeyên wan ên xizmetguzariyê dibin asteng û wiha got: "Dem bi dem dorpêça hikumet Şamê dubare dibe."

Sîno wiha lê zêde kir: "Em hewl didin taxa xwe baştir bikin û projeyên xizmetguzariyê pêk bînin. Armanca me çaksazî û sererastkirin e. Lê xalên kontrolê yên hikumeta Şamê hîn jî bi hişmendiya sîstema desthilatdar ve girêdayî ne. Piştî şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ev hişmendiya wê xirabtir bû."

‘PLAN Û PROJEYÊN XIZMETGUZARIYÊ DÊ HEYA DEMEKE NEDIYAR RAWESTIN’

Sîno bal kişand ser wê yekê ku dê bi dorpêça hikumeta Şamê zirar bigihêje projeyên xizmetguzariyê û wiha lê zêde kir: "Pêwîstiya me bi hinek pêdiviyên ji derveyî taxê heye, lê Firqeya 4'an a hikumeta Şamê nahêle derbasî herêma me bên kirin."

Sîno axaftina xwe wiha domand: "Bi hatina zivistanê re em li ser guhertina kanalîzasyonê dixebitin, lê dorpêça ku bû sedema bilindbûna nirxê çîmento û boriyan, pêkanîna van projeyan bi paş xist. Ji ber ku derbaskirina van madeyan bi rêya dayîna bertîlê bo xalên kontrolê tê kirin.”

Têkildarî zîftkirina rêyên xirabbûyî Sîno wiha got: "Me biryar da ku em rêyan zîft bikin, lê heya niha hikumeta Şamê derbaskirina sotemeniyê ji bo her du taxan, qebûl nekiriye. Ji bo wê jî em neçar man ku karê xwe bihêlin sala bê."

Sîno ji ber encamên dorpêçê hişyarî da û wiha got: "Sotemenî diqede, aboriya her du taxan û hemû proje bi piranî li ser sotemeniyê ne. Ger dorpêç bidome, dê hemû makîne û heta yên berhevkirina çopê jî nekarin bixebitin. Her wiha dê encamên vê yekê di belavbûna bêkarî û nexweşiyan de xirab bin."

Der barê kehrebeyê de jî Sîno ev agahî parve kirin: "Di vê hefteyê de saetên xebatê yên jeneratorên elektrîkê bi şev du saetan kêm bûn. Eger rewş wisa bidome, dê bi yek carî neyên xebitandin."

Selah Sîno herî dawiyê got: "Em ê li hember siyaseta hikumeta Şamê serî hildin, divê aliyên pêwendîdar jî li hember sûcên ku hikumeta Şamê li ser şêniyan pêk tîne, berpirsyariya xwe bi cih bînin."

(hs)

ANHA