Parêzer Azad Ebdî: Divê rêxistinên hiqûqî û tenduristî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin

Parêzer Azad Ebdî bang li rêxistinên hiqûqî û tenduristî yên cîhanê kir ku biçin Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve lêkolînê bikin. Her wiha bang li hikumeta Iraqê kir ku di vî warî de hevkar be.

Parêzer Azad Ebdî: Divê rêxistinên hiqûqî û tenduristî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin
4 mijdar, 2022   04:31
KOBANÊ- CUMA MIHEMED

Bertek û nerazîbûnên gelê Kurd li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîla zêde dibin. Bang li aliyên navneteweyî yên têkildar tên  kirin ku der barê bikaranîna van çekan de  lêkolîn bikin û tedîbrên guncaw li dijî dewleta Tirk bigirin.

Têkildarî mijarê parêzer Azad Ebdî wiha ji ajansa me re axivî. Azad Ebdî diyar kir ku hêzên navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kirine û ji bo wê sala 1993`yan jî  Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hat avakirin.

Ebdî destnîşan kir ku eger dewletek van çekan bi kar bîne, li dijî wê lêpirsîn tê vekirin, kargehên wê ji hev tên xistin û çekên wê û madeyên kîmyewî tên bêbandorkirin.

Dewleta Tirk yek ji dewletên ku peymana qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî îmze kiriye, lê peymanê bin pê dike û van çekan bi kar tîne. Der barê vê yekê de Ebdî got: “Di vê dawiyê de ev çek li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bikaranîn. Dîmen û wêneyên ku hatine kişandin delîlên bikaranîna van çekan in. Heta Sandîqeya Bijîşkan a Tirk behsa wê kir.”

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di kêmtirî 2 salan de 90 gerîla di êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûne.

Ebdî diyar kir ku ji bo vê mijarê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bi çavdêriya NY`yê komîteyekê ava dike ku ji pispor û bijîşkan pêk tê, heke delîl li ser bikaranîna vê çekê li herêmekê hat dîtin ew berê xwe dide wir.

Ebdî wiha lê zêde kir: “Li gorî qanûna navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî  sûcekî şer û sûcê qirkirina komî ye. Divê kesên ku van çekan bi kar tînin di dadgeha Cezayan a Navneteweyî ya li Lahayê de werin darizandin. Heke dewleta Tirk biryarên NY û Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî red kirin, wê demê li gorî benda 7`an a Konseya Ewlehiyê ya NY`yê, divê aliyên têkildarî destwerdanê bikin, kargehên van çekan ji hev bixin, çekên kîmyewî bê bandor bikin û hesab ji sûcdaran bipirsin.ʹʹ

Azad Ebdî destnîşan kir ku dewleta Tirk bendên qanûnên navneteweyî bin pê dike ku serdestiya dewleteke cîran binpê dike.

Di dawiyê de parêzer û hiqûqnas Ebdî bang li rêxistinên hiqûqî û tenduristî yên cîhanê yên têkildar kir ku biçin wan herêman, rastiyê eşkere bikin û her wiha bang li hikumeta Iraqê kir ku di vê çarçoveyê de alîkariya pêwîst pêşkêş bike.

(şx)

ANHA