Xedîce Îbrahîm: Tu bingeheke qanûnî ji bo dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re nîn e

Xedîce Îbrahîm diyar kir ku dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re ji bo 6 mehên din ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye. Xedîce got divê rêxisitnên hiqûqî û navneteweyî vê yekê ji dewleta Tirk bipirsin û li ser van binpêkirinan hesab jê bixwazin.

Xedîce Îbrahîm: Tu bingeheke qanûnî ji bo dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re nîn e
4 mijdar, 2022   01:48
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Qedexeya hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re ji bo 6 mehên din ji aliyê rayedarên Tirk ve hat dirêjkirin. Têkildarî mijarê, parêzer û hevseroka ‘Desteya Parastina Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ Xedîce Îbrahîm axivî.

Dadgeha Înfazê ya Bursayê ya dewleta Tirk piştî ferzkirina biryara qedexekirina hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan de di 13'ê Nîsana borî de, careke din di 21'ê Cotmehê de, cezayeke nû li ser rêber Ocalan ferz kir ku ew jî biryara qedexekirina hevdîtina wî ya bi parêzerên wî re ye û dê heya 6 mehên din dirêj bike.

Desteya Parastina Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyeke nivîskî de ku di 29'ê Cotmeha borî de weşandibû, wiha gotibû: "Cezayên dîsiplînê zirareke rûhî ye ji bo Rêbertî. Li gorî peymana navneteweyî ya sala 1948'an, zirara giran a rûhî ya li şexsê rêber Ocalan, îşkence û çewisandina wî ji ber sedemên siyasî, çandî û neteweyî nîjadperestî ye. Li gorî sîstema Romayê ya ji bo Dadgehên Ceza ya Navneteweyî ya sala 1998'an, cezayekî adil hewce dike."

'TU BINGEHEKE QANÛNÎ TUNE YE'

Xedîce Îbrahîm li ser mijarê wiha axivî: "Ev cezayê ku ji aliyê 'saziyên edaletê' yên dewleta Tirk ve tê ferzkirin, ti bingehek wê yê qanûnî tune ye. Hîn jî bi reng û rêbazên cuda komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan didome."

Xedîce destnîşan kir ku yek ji rêbazên domandina vê komployê "Cezayên Dîsiplînê" ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser rêber Ocalan tê ferzkirin. Xedîce bal kişand ser derewên dewleta Tirk ên ji bo qedexekirina hevdîtina bi rêber Ocalan re û wiha pê de çû: "Destpêkê, rewşa hewayê û sedemên teknîkî kir hincet da ku rê nede rêbertî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Paşê jî, bi taybet ev zêdeyî salek û nîv e cezayên dîsiplînê ferz dike."

‘RÊ LI PÊŞIYA BICIHANÎNA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ DIGIRE’

Li ser armancên ferzkirina "cezayên dîsiplînê" parêzer Xedîce Îbrahîm wiha got: "Hewl dide hemû têkiliyên di navbera rêbertî û gel de qut bike û îradeya Kurdan û gelên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn bişkîne. Di warê qanûnî de armanca wê ew e ku rê li pêşiya parêzeran bigire da ku daxwaza pêkanîna mafê hêviyê nekin. Ev mafê her girtiyê ku cezayê muebetê lê hatiye birîn e, ew jî piştî derbasbûna çend sal di ser girtina wî re dikare bi dest bixe."

Xedîce wiha lê zêde kir: "Yek ji şertên sûdwergirtina ji "mafê hêviyê" ew e ku di dema cezayê girtiyê muebedê de "cezayên dîsîplînê" neyên dayîn. Ev karekî dermirovî ye, cezayê tecrîda girankirî bi xwe jî dermirovî ye û wek cezayên ku rûmeta mirovan binpê dikin. Divê rêxistinên hiqûqî û navneteweyî vê tecrîdê ji dewleta Tirk bipirsin û hesab jê bixwazin."

Xedîce bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan hatî ferzkirin, rake. Xedîce her wiha got: "Heya niha ev sazî di bin bandora siyasetê de karê xwe dikin û hemû biryarên wê bi mijarên siyasî ve girêdayî ye. Ji bo wê jî divê ew li gorî armancên ku ji bo wê hatî avakirin, karê xwe bi awayekî qanûnî û mirovî bike. Her wiha berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne da ku rêbertî ji 'mafê hêviyê' sûd werbigire."

Parêzer û hevseroka Desteya Parastina Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xedîce Îbrahîm herî dawiyê wiha got: "Pêwîst e Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) encamên serdana xwe ya dawî ya Îmraliyê eşkere bike. Bi taybet li ser rewşa tenduristî û qanûnî ya rêber Ocalan."

Şandeya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di 20-29 Îlona borî de serdana girtîgehên Tirkiyê kiribû. Yek ji wan jî girtîgeha Îmraliyê bû da ku rewş û şert û mercên rêber Ocalan lêkolîn bike. Komîteyê got ew ê di Adara sala 2023'yan de raporê amade bike.

(hs)

ANHA