Rû yek, rûpoş hezar

Komên çete yên ku niha li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de tevdigerin, bi pevçûn û nakokiyên navxweyî dikevin rojevê. Lê di rastiyê de ji El Nusra heta DAIŞ, Artêşa Niştimaniya Suriyeyê û HTŞ`ê hemû ji heman çavkaniyê xwedî dibin û xizmeta polîtîkayên dagirkeran dikin.

Rû yek, rûpoş hezar
4 mijdar, 2022   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgera komên çete yên li herêma Efrînê û nîqaşên li ser wan tên meşandin, ev kom careke din anîn rojevê. Hinek derdor van liv û tevgeran wekî ku ji hev pir cuda ne û tiştekî nu ye dinirxînin. Her wiha hinek jî dibejin “HTŞ wek komek terorîst tê nasîn, çawa dibe ku bi rehetî diçe Efrînê û destûra wê tê dayîn.” Bêguman nirxandinên ku van liv û tevgeran wekî perçeyek ji planên li ser herêmê dinirxînin jî serwerin. Di demeke ku nîqaşên li ser van geşêdanan didomin de me jî li ser van komên çete, çavkanî û avasaziya wan, hêzên piştgirî jê digirin lêkolînek kir.

Tê dîtin ku ev kom hemû li ser hevsengî û planên têkildarî herêmê hatine avakirin, ji aliyên hêzên navnetewî û herêmî ve li gorî konjonkturê bi nav û nasnameyên cuda tên bikaranîn. 

Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek komên çete yên wekî El Nusra, DAIŞ, Artêşa Azad a Suriyê hatin avakirin. Her çiqasî van koman xwe wekî nûnerên gelên Suriyeyê nîşan didan jî, piştî demekê derket holê ku tu peywendiyan wan bi berjewendiyên civakê re tine ye û her yek girêdayî hêzek derve ye. Ji lewra bi hev re ketin rikberî û pevçûnan.

Hêzên heremî û navnetewî jî li ser herêmê li gorî berjewendiyên xwe plan dimeşandin û hewl didan astengiyên li pêşiya xwe rakin. Bi destpêkirina serhildanên gel re bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji hemû hêzan cudatir xeta siyemîn, ango îradeya azad esas girt. Lewma bûn hedefên komên çete û piştevanên wan.

EL NUSRA

Êrişên yekem ên li ser pêkhateyên herêmê li Heleb û Efrînê pêk hat. Di 25-26`ê Cotmeha 2012`an de komên çete êrişî taxên Şex Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin û di encamê de 30 Kurt hatin qetilkirin. Di navbera 27-30 Cotmeha 2012`an de jî komên çete êrişî gundewarên Efrînê kirin.

Di nava komên çete de ya herî zêde derdikeve pêş El Nusra ye. Ev koma ku di bingeh de girêdayî El Qaîde bû, di 23`yê Çileya 2012`an de bi rêya belavkirina dîmenekî xwe ragihand û îddîa kir ku ji El Qaîdeyê qût bû ye. Ev çeteyên ku li Girê Spî, Reqa û derdora wan bi cih bibûn, 8`ê Mijdara 2012`an de ji navçeya Ceylanpinar (Serêkaniya serxetê) a girêdayî bajarê Riha yê êrişî Serêkaniyê kirin. Çete destpêkê ketin hin taxên welatiyên Ereb û îddîa kirin ku ew li dijî hikûmeta Şamê ne û dixwazin tifaqê çê bikin. Lê di 19`ê Mijdarê de êrişî taxên Kurdan jî kirin û serokê meclîsa bajar Abid Xelîl şehîd xistin. Lewma şervanên YPG`ê bersiv dan û çete neçar man peymanê çêbikin ku ji herêmê derbikevin. Lê di Çileya 2013`an de cardin êrişên berfireh pêk anîn. Li hemberî van êrişên ku 20 komên çete tevlî bûn, YPG`ê bersiv da û şer heya 15 rojan domkir. Di encama şer de bajar ji çeteyan hate paqijkirin. Piştî rizgarkirinê ambulansên girêdayî Tirkiyeyê û Fransayê û gelek belgeyên girêdayî Tirkiyeyê ku ji aliyê çeteyan ve hatin bikaranîn, hatin desteserkirin.

Ev koma çete, di 10`ê Kanûna 2012`an de ji aliyê DYA`yê kete lîsteya terorê.

YEKITIYA EL NUSRA Û DAIŞ`Ê

Dema ku koma çeteyên DAIŞ`ê di sala 2013`an de hate avakirin, çeteyên El Nusra jî tevlî vê komê bûn. Di vê çarçoveyê de herêmên di bin kontrola xwe de dewrî DAIŞ`ê kirin. Piştî demekê careke din bi navê El Nusra derket holê û xwe vekişand herêmên Bakurê Helebê û Idlibê, lê peywendiyên wan berdewam kirin.  

GUHERTINA NAV Û PEYWENDIYÊN BI TIRKIYÊ RE

El Nusra ku ket lîsteya terorê, 28`ê Tîrmeha 2016`an de navê xwe wekî “Eniya Fetih El Şam” guherî. Koma ku xwest bi guhertina nav ji lîsteya terorê derbikeve, careke din ket lîsteyê. Lewma di 28 Çileya sala 2017`an de navê xwe kirin Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ). Di vê navberê de gelek kom û komikê din jî tevlî HTŞ`ê ku li navenda Idlib û derdora wê bi cihbûye bûn. Her çiqasî HTŞ di 11`ê Adara 2017`an de ket lîsteya terorê jî, hat gotin ku alîkariyek mezin ji Tirkiye, Qatar, Erebîstana Suudî û dewletên Rojavayiyan digire. Ya herî balkêş ew e ku li Idlibê bi dehan baregehên dewleta Tirk hene û bi çeteyan re peywendiyên xurt pêş dixin. Her wiha deriyên sînor di bin kontrola vê koma çete de ne û alikariyên li ser navên “mirovî” tên jî di van deran de derbas dibin.

DERBASKIRINA HTŞ BO EFRÎNÊ

Di demekê ku Tirkiyê bi Rusya û hikûmeta Şamê re li dijî Rêveberiya Xweser hevdîtinan pêk tînê de, ku herêmê bicihkirina çeteyan jî guhertin. Di vê çarçoveyê de, 28 Hezîrana 2019`an çeteyên HTŞ bi malbatên xwe re ketin herêma Efrînê. Her çiqasî destpêkê dîmenek wekî pevçûna bi çeteyên din re hatibe nişandan jî, HTŞ li tevahiya herêmê belav bû. Ger kut ê zanîn ev herêm di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye, ne gengazê ku bêdestura wan tiştekî wiha çê bibe. Nexasim hemû derdorên eleqedar ev yek wekî “planek komkirina çeteyan a di bin eniyekê de” nirxand. Hat îddîakirin ku HTŞ xwe paşde kişandiye, lê piştre derket holê ku di bin nav û alên cuda de serwer bûye. Niha jî li herêmên Girê Spî, Ezaz, Bab û Cerablûsê tên bicih kirin. Têkildarî van geşêdanan di çapemeniyê de gelek dîmen û belge hatin weşandin ku nişan didin navbera HTŞ û MÎT`ê de gelek civîn çêbûne, biryar hatine girtin. Nirxandin tê kirin ku armanca vê avakirina “kembera reş” a li derdora herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.     

KOMÊN ÇETE YÊN TC`YÊ BI XWE AVAKIRINE

Dewleta Tirk a dagirker ku ji destpêka şoreşa Rojava ve piştgirî dide DAIŞ, El Nusra û komên din, êdî rasterast komên girêdayî xwe perwerde kirin û dijî herêmên Rêveberiya Xweser êriş pêk anîn. Dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi van komên çete re pêk anî. Di Cotmeha 2019’an de ev kom wekî Artêşa Niştîmanî Suriyeyê bi nav kirin. Ev kom wekî Feyleqa Yekemîn, Feyleqa Duyemîn, Feyleqa Sêyemîn dabeş kirin. Piştre komên çete yên bi navê Cebheya Niştîmaniya Rizgarî ya Idlib`ê jî wek beşa çaremîn ango Feyleqa Çaremîn tevli vê sîwanê bû. Li gor çavkaniyên van koman, hejmara çeteyên ku li Efrîn, Ezaz, Bab, El Raî, Marê, Cerablûs, Girê Spî û Serêkaniyê hatine bicihkirin, 50 hezar e. Li gorî hin belge û çavkaniyan di hêla aborî de hemû piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, lê dewleta Qatar jî di ser Tirkiyê re pere dişîne. Her wiha hin caran Îsraîl, Erebîstana Siûdî, Amerîka jî hem ji bo karibe hevsengiyê çêbike û hem jî li hemberê rikberên xwe yên wekî hikûmeta Şamê û Îranê bidin bikaranîn piştgiriyê didin komên çete.

Di nava endamên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de gelek kesên ku di asta jor de berpirsyariya DAIŞ’ê kirine, hene. Yên ku Sekertera Giştî ya berê ya Partiya Pêşerojê ya Suriyeyê Hevrîn Xelef qetilkirin ev çete bûn.

Avasaziya yekem a komên çete yên girêdayî Artêşa Niştimanî;

Feyleqa Yekemîn; Ehrar El Şerqiye, Tugaya El Şimal, Ceyş El Ehfad, Tugaya El Muntesir Bîlah, Ceyş El Şerqiye, Tugaya El Weqas, Ceyş El Nuxba, Firqa 20 û Firqa 9.

Feyleqa Duyemîn; Firqet Sultan Murad, Firqet El Hemze, Tugaya Siqûr El Şîmal, Firqet El Mutesim û Firqet Suleyman Şah.

Feyleqa Sêyemîn; Cebhet El Şamiye, Siqûr El Şam, Firqa 32, Tugaya El Sultan Osman, Foca El Mustefa, Şoreşgerên Cezîrê, Foca 1, Tugaya El Selam, Firqa 23, Foca 5, Feyleq El Mecid û Ehrar El Şam.

Feyleqa Çaremîn; Feyleq El Şam, Feyleq El Rehman û Tevgera Nûredîn Zenkî.

Guhertinên nava komên çete:

Heta demekî ev kom li ser esasê pergala me li jor behsa wê kir, tevdigeriyan. Lê ji ber nakokî û şerên navxweyî yên ku ji ber sedemên bîrdozî, aborî, dahata deriyên sînor-gumruk, ne parvekirina talankirina herêman û hwd. şêwaz û heykeliya piraniya van koman guherî.

Avasaziya dawî;

Odeya El Ezim (Feyleqa Sêyemîn) ji van komên çete pêk tê: Firqa 31 (Tugaya Asîfet El Şimal), Firqa 32 ( Tevgera Ehrar Elşam) lê Ehrar El Şam ji ber şerê navxoyî ji Odeya El Ezim qût bû û piştre ket bin serweriya Heyat Tahrîr El Şam (HTŞ), Firqa 33 (Tugaya El Twehîd – Ketîba Sacîdûn – Ketîbeyên Marî û Til Rifet), Firqa 34 ( Tugaya 51 – Tugaya 55 – Tugaya El Fetih – Tugaya El Selam), Firqa 35 (Ceyş El Îslam), Firqa 36 (Feyleq El Mecîd) û Firqa 37 (Tugaya El Sultan Osman – Foca El Mustefa – Foca 1).

Odeya El Ezim (Feyleqa Sêyemîn) bi pêşengiya serçete Husam Yasîn, li Ezaz, Marê, Bab, Cerablûs bicih bûye. Ev ode di hêla aborî de gelek xûrt bû, ji ber ku piraniya dergehên sînor di destê wan de bûn. Koma herî bihêze û car caran hewil dide xwe ji bin siya MÎT’ê derbixe.

Desteya El Saîrûn (Heyet El Saîrûn): Ji komên Hereket El Saîrûn û Cebha Rêzgariya Sûrî pêk tê.

Hereket El Saîrûn ji van koman pêk tê; Firqet Sultan Murad, Feyleq El Şam, Şoreşgerên Şam, Firqet El Muntesir Bîlah, Firqa 1 (Tugaya El Şîmal – Firqa 9 – Tugaya 112)

Cebha Rêzgariya Sûrî ji van komên çete pêk tê: Firqet El Hemze, Firqet Sultan Suleyman Şah, Firqet El Mutesim, Firqa 20, Siqûr El Şimal û Hêza Taybet.

Berpirsiyarê Desteya El Saîrûn (Heyet El Saîrûn) serçeteyê bi navê Fehîm Îsa ye. Piraniya wan ji Turkmenan pêk tên, tam girêdayî MÎT’ê ne. Tê gotin ku MÎT van koman ji bo operasyonên taybet bi kar tîne. Ev kom piranî li Efrîn, El Raî, Xendûra û kêm zêde Marê dimînin. Firqet El Hemze û Sultan Suleyman Şah ji nava Desteya El Saîrun qût bûn û niha bi HTŞ’ê re tevdigerin. Tê gotin ku ev her du kom bi perspektîfa MÎT’ê tevlî HTŞ`ê bûne.

Tevgera rizgarî û avakirin: Ji komên wekî Ehrar El Şerqiye, Ceyş El Şerqiye, Firqa 20 û Siqûr El Şam (beşê bakûrê Sûrî) pêk tê.

Berpirsê vê komê destpêkê Hatim Ebû Şeqra bû. Yê ku Hevrîn Xelef şehîd xist ev serçete bû. Li ser nerazîbûnên mezin ên şehîdxistina Hevrîn Xelef, ev serçete bi daxwaza Amerîkayê hat guhertin û çeteyê bi navê Hisên Hemadî hat tayînkirin. Piranî endamên van koman bi eslê xwe ji herêma Dêrazorê ne. Niha navenda wan a sereke bûye Girê Spî û Serêkaniyê.

Cebha Rizgariya Niştimanî (herêma Idlibê): Ev cebhe ji komên Feyleq El Şam, Ceyş Idlib a Azad, Firqa Sahilî ya Yekemîn (li ser esasê Sahîla Derya Spî ava bûne), Artêşa Duyemîn, Firqa Sahilî Duyemîn, Ceyş El Nûxba, Ceyş El Nesir, Ceyş El Ize, Tugaya Şuheda El Îslam, Firqa Yekemîn a Muşat pêk tê.

Rewşa dawî yên van komên çete:

Piştî hewildanên di navbera Tirkiyê û Şamê de nûkirina peymana Edeneyê hat rojevê. Li gorî vê yekê Tirkiyê jî xwest şeklek bide van koman. Piraniya çeteyên di nava van koman de ji aliyê hikûmeta Şamê ve ketine lîsteya lêgerînê. Ger peymanek Enqere û Şamê çê bibe pêwîste ev çete werin radestkirin. Lewma komên çete ditirsin heremên di bin dagirkeriya wan de ji dest biçin. Koma ku herî zêde nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk dide komên ku cihê xwe di Odeya El Ezim (Feyleqa Sêyemîn) de digirin bi taybet Cebhet El Şamiye û Ceyş El Îslam in. 

Li ser vê yekê MÎT jî dest bi terbiyekirina komên li dijî berjewendî û polîtîkaya wan a bi hikûmeta Şamê re derdikevin kir. Ji bo wê jî bi HTŞ, Firqet El Hamze, Firqet Suleyman Şah, li Efrîn û Babê dest bi şerê hemberê Feyleqa Sêyemîn kir. 

ANHA