Şanoya Evdalê Zeynikê li Qamişloyê hate pêşandan

Îro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo şanoya Evdalê Zeynikê li navenda Mihemed şêxo ya Çand û Hunerê hat pêşandan.

Şanoya Evdalê Zeynikê li Qamişloyê hate pêşandan
3 mijdar, 2022   18:53
QAMIŞLO

Piştî ku şanoya Evdalê Zeynikê cara yekem li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a Girkê Legê hat pêşandan, îro jî li navenda Çand  û Huner a Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, hate pêşandan.

Şano behsa jiyana Evdalê ku bi navê Zeynikê tê naskirin û yekem stranbêjê ku destanên kurdî kiriye stran.

28 şanoger di şanoyê de cih dgirin. Her wiha tê payîn ku li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şano were pêşandan.

(dm)

ANHA