​​​​​​​Li Helebê semînerek bi navnîşan“Rola gotinên pêşiyan di jiyana gelan de” hate lidarxist

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî îro semînereke bi navnîşan "Rola şîret û gotinên pêşiyan di jiyana gelan de" da.

​​​​​​​Li Helebê semînerek bi navnîşan“Rola gotinên pêşiyan di jiyana gelan de” hate lidarxist
3 mijdar, 2022   16:34
HELEB

Di nava çalakî, xebatên fikrî û çandî ku Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî bi armanca pêşxistina zanabûna civakê, îro sermînerek bi navnîşan "Rola şîret û gotinên pêşiyan di jiyana gelan de" li navenda xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî sermînerê bûn. Endamê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Welîd Bekir wateya gotinên pêşiyan û şîret û rola wê di jiyana gelan de şîrov kir.

Bekir destnîşan kir ku şîret û gotinên pêşiyan bi lez ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin ji ber ku kurt in, bilêvkirina wan xweş e û xwedî wateyên kûr in û dikarin wergerînin zimanên din.

Her wiha gotinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê, exlaq, kesayet, lehengî, hezkirin û Kurdistan, welat, gel û jiyanê de bi bîr xistin.

(dm)

ANHA