Di êrişa li Şengalê de kesek şehîd û yek jî birîndar bû-HAT NÛKIRIN

Balefirek bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li Taxa Elnisir a navenda Şengalê wesayitek hedef girt. Di encama êrişê de ciwanek Êzidî şehîd ket, jinek jî birîndar bû.

Di êrişa li Şengalê de kesek şehîd û yek jî birîndar bû-HAT NÛKIRIN
3 mijdar, 2022   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Derdora saet di 18:20’an de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li taxa El Nisir a Şengalê wesayîtek bombebaran kir.

Li gorî Rojnewsê, di encama êrişê de ciwanekî Êzidî bi navê Mehsin Şemo şehîd bû, her wiha jinek jî ku navê wê nehat zanîn birîndar bûye.

Hat gotin jina birîndar rakirine Nexweşxaneya Şengalê.

Gelê Şengalê jî ji bo xwedîderketina li şehîd û birîndaran berê xwe dane ber Nexweşxaneya Şengalê.

Hat gotin hêzên Iraqê dixwazin jina birîndar veguhêzin Musilê, lê gel destûr nade vê yekê.

Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî di dema êriş li ser Şengalê çêdibûn de dema birîndar yan jî cenazeyên şehîdan radikirin nexweşxaneyên Musilê, hêzên Iraqê dest danîn ser cenaze û birîndaran û rê nedidan cenaze yan jî kesên birîndar vegerînin Şengalê.

Ji bo heman bûyer dubare nebin gel li ber Nexweşxaneya Şengalê kom bûye.