​​​​​​​Li Til Hemîsê li ser azadiya jinan û têkoşîna wê panelek hat lidarxistin

Bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”, Kongra Star a navçeya Til Hemîsê panelek li dar xist, tê de rola jinan û serkeftinên wan di hemû aliyên jiyanê, avakirin û pêşxistina civakan de, hat nîqaşkirin.

​​​​​​​Li Til Hemîsê li ser azadiya jinan û têkoşîna wê panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Til Hemîsê li ser azadiya jinan û têkoşîna wê panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Til Hemîsê li ser azadiya jinan û têkoşîna wê panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Til Hemîsê li ser azadiya jinan û têkoşîna wê panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Til Hemîsê li ser azadiya jinan û têkoşîna wê panelek hat lidarxistin
3 mijdar, 2022   18:43
QAMIŞLO

Kongra Star ji bo balê bikişîne ser têkoşîna jinan panelek li hola goristana şehîdan li dar xist. Tê de bi dehan endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyan ên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo beşdar bûn.

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hiyal Xiwêr û endama rêveber a Navenda Perwerdeyê Emel Heysem panel bi rêve birin.

Naveroka panelê li ser dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û rola jinan di pêşxistina demokratiyê de, her wiha li ser nîqaşkirina têgîna hevjiyana azad bû.

Endama rêveber a Kongra Star Sena Ebdurehman wiha axivî: “Jina di hundirê mala xwe de ne azad e nikare azadiya xwe ji derveyî malê bistîne.”

Der barê zehmetiyên ku jinan ji ber civaka baviksalarî ya desthilatdar kişandin de Sena got: “Jin bi temamî hatiye paşguhkirin ku heta derketin û ketina malê jî li wê qedexe bûye û bi navê şerefê azadiya wê jê hatiye birin.”

Di panelê de mamosteyê dibistana Til Hemîs Mahir El Meter got: “Berovajî jinan Rêya ku mêr tê re meşiya vekirî bû û wî hemû hêviyên xwe pêk anîn.”

Mahir balkişand ser zehmetiyan û got: “Jin di civakê de hat paşguhkirin. Zihniyeta baviksalarî hişt ku jin nebe beşeke sereke di civakê de.”

Der barê hişmendiya baviksalarî de, endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şimerî wiha axivî: “Desthilatdariya baviksalarî, jin kole kir û rola wê teng kir. bi şêwazekê ku nehêle azadiya xwe rave bike û rola xwe bi temamî bilîze.”

El Şimerî îşaret bi têkoşîna jinan kir ku bibe beşeke bingehîn di avakirina civakeke giştî de û got: “Jin tê dikoşin ji bo mêr û jin wek hev bin. Têkoşîna wê li dijî koletiyê jinan dest pê kir. Têkoşîna vala neçû, lê belê destkeftiyên mezin bi dest xistin.”

Her wiha, endama rêveber a Navenda Perwerdeyê ya navçeyê Mîdya Fîras got: “Civak jin wek beşeke çalak û serkeftî nabîne.”

Di dawiya axaftina xwe de, Mîdya wiha axivî: “Hevjiyana azad bindestiyê bi carekê qebûl nake, felsefeya rêber Ocalan roleke mezin di pêşxistin û serkeftina jinan û bidestxistina mafên wan de lîst.”

Di dawiya panelê de Hiyal Xiwêr got: “Divê jin têkoşîna xwe li hember hişmendiya baviksalarî bidomînin da ku di hemû aliyên jiyanê de pêşeng bin. Ew dikarin azadiya xwe ji civakên rojhilatî û cîhanî bistînin.”

(mh)

ANHA