​​​​​​​Bandora ambargoya li ser Şehbayê giran dibe

Ambargoya giran a ku hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, di qadên cuda de bandoreke giran li jiyana niştecihên Şehbayê û koçberên Efrînê dike.

​​​​​​​Bandora ambargoya li ser Şehbayê giran dibe
​​​​​​​Bandora ambargoya li ser Şehbayê giran dibe
​​​​​​​Bandora ambargoya li ser Şehbayê giran dibe
​​​​​​​Bandora ambargoya li ser Şehbayê giran dibe
​​​​​​​Bandora ambargoya li ser Şehbayê giran dibe
​​​​​​​Bandora ambargoya li ser Şehbayê giran dibe
1 mijdar, 2022   08:58
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Ji zêdetirî 4 salan ve hikumeta Şamê siyasetên birçîkirinê li dijî şêniyan dimeşîne da ku wan neçar bike ku siyasetên wê qebûl bike û wan ji xeta berxwedan û doza rizgarkirina bajarê wan Efrînê dûr bixe. Lê koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê li hemberî hemû siyasetan berxwedanê didomînin.

Bi hatina zivistanê re, koçberên Efrînê û niştecihên herêmê, bi taybet yên di kamp û malên kavilkirî de azaran dikişînin, nemaze ku mazot ji bo germkirinê û derman tune ne. Her wiha xebatên saziyên xizmetguzariyê û yên tenduristiyê yên ku bê pere pêwîstiyên şêniyan dabîn dikin, sekinîn.

ROJANE 3 TANKERÊN MAZOTÊ PÊWÎST IN LÊ DI MEHEKÊ DE TENÊ 10 TANKER DIBIN

Li gorî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê, pêwîstiya kantona Efrînê her 20 rojan bi 60 tankerên mazotê heye da ku pêwîstiya şêniyan û saziyên xizmetguzariyê bi cih bîne. Lê ʹFirqeya 4ʹanʹ a girêdayî hikumeta Şamê di 2 mehan de nahêle ji 20 tankeran zêdetir derbas bibin. Dema dihêle derbas bibe jî bi milyonan pere ji bo her tankerekê distîne.

Pêwîstiya kantonê ya mehane bi 27 hezar tupên gazê heye, lê hikumeta Şamê her çend mehan dihêle 10 hezar tup tenê derbas bibin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê di nava hewldanan de ye ku mazotê dabîn bike û beriya zivistanê bê pere li şêniyan belav bike.

Li gorî rêveberên Rêveberiya Xweser, pêwîstiya wan bi derdora 100 tankerên mazotê heye da ku wekî para yekemîn li şêniyên Şehbayê belav bikin.

Buhayê her lîtreyeke mezotê bû 7 hezar lîreyên Sûriyê û yê benzîne jî gihaşt 9 hezarî. Her wiha bihayê tupeke gazê, heke peyda bibe, digihêje 35 hezar lîreyên Sûriyê.

DI NAVBERA HELEB Û ŞEHBAYÊ DE 7 BENDÊN KONTROLÊ HENE

Li ser rêya di navbera Heleb û Şehbayê de an ku dirêjahiya 20 kîlometreyan 7 bendên kontrolê yên hikumeta Şamê; Firqeya 4ʹan, Îstîxbarata Hewayî, Ewlehiya Leşkerî, Ewlehiya Dewletê, Îstîxbarata Giştî, Gumrik, Polîs hene.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê, ev hêz rê nadin ku derman derbasî herêmê bibin. Ji ber vê yekê derman û pêwîstiyên tenduristiyê li navend û nexweşxaneyan kêm bûne. Dema rê didin jî miqdareke mezin a pereyan li ser ferz dikin.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku par ji ber ambaroya li ser Şehbayê û rêgirtina li ber ambulasên Nexweşxaneya Avrînê ku nexweşan bighînin nexweşxaneyên Helebê hejmarek zarok û pitik jiyana xwe ji da.

BANDORA AMBARGOYÊ LI SER ÇANDINIYÊ

Ji ber ambargoyê qada çandiniyê ya Şehbayê bi bandor bû. Ji ber tunebûna mazotê û bihabûnê wê eger peyda bû, rûbera çandiniya avê kêm bû. Heman demê cotkar ji ber kêmbûna semad û pêwîstiyên çandiniyê zehmetiyan dikişînin. Bihayê tûreke semada urea eger peyda bibe 40 dolar derbas dike.

Li gorî rêveberên Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê, ji ber ambargoyê rûbera çandiniyê ji sedî 50 kêm bû.

Qada çandiniyê ta genim ê avê ji 2 hezar hektarî daket kêmî hezar û 500 hektarî, rûbera bi petatên buhar û payîzî ji hezar hektarî daket 500ʹî, rûbera pîvazên fransî ji hezar hektarî daket derdora 500 hektarî. Her wiha sebze ji 500 hektarî daket 250ʹê hekatarî.

Li gorî Komîteya Çandiniyê, pêwîstiya mewsimê petata bi qasî 15 bermîl mazot ji bo avdana hektarekî heye. Pêwîstiya sebzeyan jî bi 7 bermîl mazot ji bo hektarekî, pîvaz 15 bermîl û genim 3 bermîl ji bo hektarekî hene.

BANDORÊN AMBARGOYÊ LI SER XIZMETGUZARIYÊ

Koçberên Efrînê yên li kamp û malên kavilkirî yên li Şehbayê di nava mercên zehmet de ne. Sedema vê yekê kêmbûna madeyên bingehîn e.

Şaredariya Gel a Herêma Efrînê bi hemû derfetên xwe kar dike da ku barên şêniyan sivik bike. Di vê çarçoveyê de konan û derdora wan sererast dike, konên rizyayî diguherîne û kevirên hûr li zemîna kampê radixe da ku av derbasî konan nebe.

Ji projeyên sereke yên îsal ên şaredariyê; rêyên sereke û şaxî yên gund û navçeyên kantona Şehbayê hatin tamîkirin. Lê ji ber ambargoyê û tunebûna mazotê projeyên ku diviyabû dawiya îsal pêk anîba, hatin sekinadin. Her wiha ji ber ambargoyê saetên dayîna kehrebeyê rojane ji 6 saetan daket 3 saet û nîvan. Ambargoyê heman demê bandor li xebatên tankarên avê kir yên ku ava vexwarinê li tevahî kantonê belav dike.

Li ser mijarê, hevserokê Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Mihemed Şêxo diyar kir ku hinek projeyên wan ên sala 2022ʹyan de sekinîn û eger ambargo dewam bike, ne dûr e ku sala 2023ʹyan jî werin paşxistin.

Şêxo îşaret pê kir ku ji ber ambargoyê saziyên xizmetguzariyê yên kantonê sekinîn û hemû makîneyên ku bi derfetên kêm dixebitîn da ku azarên şêniyan di zivistanê de sivik bikin jî sekinin.

Şêxo diyar kir ku wan 40 konên dan kampên Serdem  û Berxwedan ji ber ku hejmara malbatan li her du kampan zêde ye û hemû pêwîstî pêşkêşî  koçberan kir.

Mihemed Şêxo da zanîn ku şaredariyên gel plan û lêkolîneke ji bo her pênc kampên li Şehbayê danîn û hemû ji bo pêwîstiyên şêniyan ên sererastkirina kampan bû, lê ji ber tunebûna madeyên sereke hemû daxwazên şêniyan bi cih neanîn.

Hevserokê Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Mihemed Şêxo di dawiya axaftina xwe de got rêxistinên navneteweyî û hiqûqî yên têkildarî kar û barên koçberan çavê xwe li rewşa koçberên li Şehbayê girtiye û tu alîkariyê pêşkêşî şêniyan nakin.

ANHA