​​​​​​​Sûcên şer ên hêzên hikumeta Şamê di rojeva rojnameyên erebî de ne

Rojnameyên erebî yên îro, li ser tawanbarkirina rêxistineke hîqûqî ya sûrî ku hêzên hikumeta Şamê cenazeyên kuştiyan di kortekê de li Derayê şewitandine da ku nasnameyên wan veşêre, civîna dewletên Ereban ku dê îro li paytexta Cezaîrê li dar bikeve, nivisîn.

​​​​​​​Sûcên şer ên hêzên hikumeta Şamê di rojeva rojnameyên erebî de ne
1 mijdar, 2022   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÊXISTINEKE HIQÛQÎ HÊZÊN SÛRIYÊ TAWANBAR KIRIN KU CENAZE ŞEWITANDINE’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Rêxistineke hiqûqî ya sûrî, duh piştî ku gelek dîmen analîz kirin ku yên salên pêşîn ên aloziyê ne, hêzên rejîma Sûriyê tawanbar kirin ku cenazeyên kuştiyan di kortekê de li başûrê welêt şewitandine da ku nasnameyên wan veşêre.

Navenda Edalet û Lêpirsînê ya Sûriyê ku navenda wê li Washingtonê ye, di raporeke xwe de wiha nivisî: “Hikumeta Şamê hewl dide delîlên li ser sûcên ku pêk anîne, veşêre û nehêle malbatên qurbaniyan çarenûsa hezkiriyên xwe nas bike yan jî cenazeyên wan bibin.”

Li gorî AFP`yê, navendê 13 dîmenên di salên 2012-2013`an de hatine kişandin, analîz kirin û tê de diyar dibin ku cenaze tên veguhastin, di kortekê de mîna gorên komî li parêzgeha Derayê ya başûrê welêt tên şewitandin û binaxkirin.

Di dîmenan de 4 endamên îstîxbarata leşkerî û Firqeya 9`an xuya dibin ku herî kêm 15 cenazeyan dişewitînin ku sivîl in û ji hikumetê cuda bûn û ji herêma Lajat in.

Navendê dîmen dan ber wêneyên peykî da ku tevgera veguhastina cenazeyan bişopîne.

Ji dîmenekê xuya dibe ku efserek wêneyê kuştiyan kişandin, beriya ku endamekî din benzînê birijîne ser.

Li gorî raporê, ji dîmenan xuya dibe endamên li wir, bi lingê xwe cenaze diavêtin kortikê û agir berdanê. Endamên din jî ji bo agir zû venemire, benzîn li agirê dikin.  

Li gorî raporê, hejmara cenazeyan 15 e û kincên sivîl lê ne lê yên sivîl û leşkerên ku ji hikumetê veqetiyane û bi guleyên hêzên hikumetê di serdegirtinên malan de di Kanûna 2012`an de li parêzgeha Derayê hatine kuştin.

Navendê dîmen ji çalakvanekî bi dest xist ku wî jî ji komeke muxalîf bi dest xistiye ku hêzên cenaze dişewitandin di kemînekê de kiriye hedef û hemû endamên wê kuştine, di nav de endamek îstixbarata leşkerî heye ku berpirsê kişandina wêneyên cenazeyan bû.

Li dijî hikumeta Şamê tawanên binpêkirina mafên mirovan di girtîgehan de wekî îşkencekirin, destavêtin û gelek binpêkirin heta ku digihêje darvekirinê, hene.

Ev ne cara yekê ye ku hêzên hikumeta Şamê bi van tawanan tê tawanbarkirin. Beriya çend mehan gelek rapor derketin ku agahiyên xwe dispêrin gelek dîmenan ku vedigerin 2013`an ku rojnameya The Guardian a brîtanî û Peymangeha Newlines têkildarî qetilkirina bi dehan kesan bi destê endamên hêzên hikumeta Şamê, belav kirine.

Ji dîmenekê diyar dibe ku endamekî hêzên hikumeta Şamê ji kesên çav û destê wan girêdayî ye, daxwaz dike ku bibezin. Dema wisa dikin jî, hema guleyan li wan dibarînin û werdibin kortikekê ku gelek cenazeyên din lê hene. Piştî qetilkirina 41 mêran cenaze tên şewitandin.”

‘PIŞTÎ KORONAYÊ YEKEMÎN CIVÎNA DEWLETÊN EREBAN; VEGEREKE KU KESEK PÊ ŞA NABE’

Der barê civîna dewletên Ereban de, rojnameya El Exbar a lubnanî wiha nivisî: “Îro li Cezaîrê yekemîn civîna dewletên Ereban piştî rawestandina 2 salan ji ber belavbûna koronayê, li dar dikeve. Pêşbînî hene ku di aliyê rêxistinî de bi ser bikeve û encamên realîst bi dest bixe.

Li aliyekî din metirsî hene ku ev civîn nekare dozên giran ên herêmî û navneteweyî nîqaş bike û heta nekare rola Komkara Erebî ya ji mêj ve tune ye, çalaktir bike.

Li gel nakokiyên di navbera dewletên Ereban de, pirsnîşan têkildarî karîna Cezaîrê ku encamên baş bi dest bixe û endamên wê pê neçar bike, derdikevin holê. Her wiha dixuye ku gelek zehmet  e civîn encamên cidî bi dest bixe, yan jî bikare çareseriyan ji dozên erebî re peyda bike, bi taybet doza ewlehiya xwarinê.”

‘HIŞYARIYÊN TÊKILDARΠKÊMBÛNA XWARINÊ LI LUBNANÊ JI BER TEVLIHEVIYA SIYASÎ’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El Îtîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Li gel hilweşîna aborî û malî dikeve sala xwe ya 4`an û valahiya serokatî û hikumetê êdî bi milyonan lubnanî bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Nexasim di encama aloziya li welêt de ku ji dawiya 2019`an ve dest pê kiriye, nîvê niştecihên Lubnanê nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn peyda bikin.

Mijûlbûna aliyên siyasî yên Lubnanê bi nakokiyan ku di encamê de Mîşel Ewn bêyî hilbijartina parlamentoyê îstîfa kir û beriya ku ji qesrê derkeve hikumeta heyî jî ji hev xist, metirsiyên rûdana karesateke mirovî zêdetir kirin.

Li rex wê jî aloziya Ukraynayê bandor li dahatên welêt ên di vî warî de kir li gel ku zêdetirî ji sedî 95 genimê ku lubnanê xerc dikin, ji Ukrayna û Rûsyayê tê.”

(şx)