Raperîna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 46 roj li pey xwe hişt

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya xwendevanan serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ dewam dike. Tevî êrişên hêzên rejîmê jî cenazeyê xwepêşanderan hatin veşartin û kesên hatine kuştin di çilrojiya xwe de hatin bîranîn.

Raperîna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 46 roj li pey xwe hişt
1 mijdar, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana ji bo azadî û dijî qetilkirina Jîna Emîn di roja xwe ya 46’an de dewam kir. Di demên dawî de bi pêşengiya xwendevanan her ku diçe serhildan berfireh dibe.

Duh li zanîngehên Sine xwendevanan tevî êrişên rejîmê jî, çalakiyên xwe yên nerazîbûnê li darxistin. Li Merîwanê jî xwendevan daketin kolanan û bê navber dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan. Li bajarê Seqizê ciwanan li ser rê û nava taxan de agir pêxistin û dirûşmên dijî desthilata Îranê qêriyan.

Li bajarê Şino di çileya 3 kesên ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin de, rê li çalakiyan hate girtin. Ji ber vê jî dikandaran dikanên xwe venekirin û welatî neçûn bazarê bi vê yekê her 3 kesên beriya çil rojan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn kuştin, hatin bibîr anîn.

Li bajarê Pîranşarê jî bi tevlîbûna welatiyan, cenazê zarokê 16 salî ê bi navê Komar Deroftade ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû kuştin, spartin axê. Bavê Komar li ser gora kurê xwe axivî û ragihand ku ew bi kurê xwe serbilinde, ji ber ku di rêya nîştiman û azadiyê de jiyana xwe ji des daye.

Li Sineyê jî cenazeyê Sarîna Saadî ya 16 salî ku di xwepêşandanên rojên borî de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû kuştin, spartin axê. Bi sedan kes tev li merasîma veşartina cenazeyê bûn û bê navber dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehîd namirin’ qêriyan. Merasîm veguherî xwepêşandan û nerazîbûna dijî rejîma Îranê.

Li bajarên Îranê jî xwendevanên zanîngeh û peymangehan weke rojên borî daketin kolanan û nerazîbûna xwenîşandan.

Li gorî agahiyên hatin girtin rêveberên zanîngehan ji bo pêşiya xwendekaran bigirin tevlî xwepêşandanan nebin, bi rêbazên cuda xwendekar ji waneyan dûr dixin û ji bo demkî cezayê ku nekevin zanîngeh û dîsa malên xwendekaran bi rêya peyamên telefonî ji bo wan dişînin. Xwendevanên zanîngehan nerazîbûn nîşanê vê biryara rayedaran dan.

Li bajarê Şehryarî ya ser bi Kerecê jî gelek kes û çalakvan tev li çileya kesek ku di xwepêşandanan de hatibû kuştin, bûn. Merasîm piştre veguherî xwepêşandanê û hêzên rejîmê êrişî xwepêşandaran kirin. Li Erak û Terwêzê jî xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê dewam kirin. Li gelek bajarên din jî dijî rejîmê çalakiyên cûr be cûr hatin lidarxisitn. Li ser dîwarê gelek avahiyan, dirûşmên dijî rejîmê hatin nivîsîn û peyamên ji bo azadiyê hatin dayîn.