​​​​​​​Di Pêşangeha Pirtûkan a Tubruqê de pirtûkên kurdî

Weşanxaneya Nefertîtî bi zêdetirî 70 pirtûkên cuda ku di nav de parêznameyên rêber Abdullah Ocalan jî hene, beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya li Zanîngeha Tubruqê ya Lîbyayê bû.

​​​​​​​Di Pêşangeha Pirtûkan a Tubruqê de pirtûkên kurdî
1 mijdar, 2022   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ISMAÎL

Piştî beşdarbûna Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Bengaziyê, Weşanxaneya Nefertîtî di van rojan de, li gel derdora 100 weşanxaneyên Lîbyayê û yên erebî dîsa beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya li Zanîngeha Tubruqê ya Lîbyayê bûye.

Pêşangehê 29`ê Cotmehê dest pê kir û dê heta 3`yê Mijdarê dewam bike. Gelek weşanxaneyên ji Sûriye, Îmarat, Misir, Urdin, Sûdan, Omen, Yemen û Sûdanê tev lê bûne.

Wek yekemîn weşanxaneya Misirê ku pirtûkên lêkolîn û wêjeyî yên kurdî diweşîne, tevlêbûna Weşanxaneya Nefertîtî di pêşangehê de pencereyeke girîng e ku çand, şaristaniya kurdî û berhemên rêber Abdullah Ocalan bide nasîn.

DERFETA NASANDINA DOZA KURDÎ

Beşdariya Weşanxaneya Nefertîtî di pêşangehên pirtûkan ên Lîbyayê de di mehekê de, ya duyemîn e ku beriya wê tev li Pêşangeha Pirtûkan a Bengaziyê ya Navneteweyî bû ku 15-23`yê Cotmehê li dar ketibû.

Gerînendeyê Weşanxaneya Nefertîtî Seyid Ebdulfetah ji ajansa me re diyar kir ku beşdariya wan di pêşangehên Lîbyayê de derfeteke mezin e ku doza kurdî bidin nasîn û got: “Piştî ku Weşanxaneya Nefertîtî beşdarî Pêşangeha Bengaziyê bû û bala serlêderên pêşangehê kişand, nexasim ku ew beşdariya yekemîn a pirtûkên kurdî di Lîbyayê de bû. Pêşangeha li Zanîngeha Tubruqê hat vekirin, me dît ku tiştekî baş e em bi pirtûkên kurdî beşdarî pêşangehan bibin.”

Ebdulfetah wiha domand: “Di nîqaşên me yên li gel serlêderên pêşangehê de, balkêş bû ku agahiyên wan li ser gelê Kurd, mafên wî û doza wî kêm in yan jî ne rast in. Em ji wan re navaroka fikrên rêber Ocalan, neteweya demokratîk û tecrubeya pêşang a Rojava şîrove dikin. Me encamên berbiçav bi dest xistin ku hewl didin di pêşerojê de berdewam bikin.”

GIRÎNGIYA PIRTÛKÊN KURDÎ

Ebdulfetah wiha domand: “Di Pêşangeha Bengazî de em bi ser ketin ku bala gelek serlêderên pêşangehê bikişînin ser pirtûkên kurdî ên têkildarî doz, gel, ronakbîr û wêjevanên Kurd. Ev yek li pêşangeha Tubruqê dubare bû. Bakêş bû ku lîbyayî ji nifsên mezin û heta ciwan jî girîngî dan kesayeta Abdullah Ocalan û rewabûna mafên kurdî, pêwîstiya piştgiriya wî û Kurdan di têkoşîna wan de.”

PERSPEKTÎFÊN RÊBER OCALAN ROL DI NÊZÎKIRINA GELAN DE DILÎZIN

Ebdulfetah diyar kir ku çalakiyên wiha û parvekirina fikr û çandan rolek di nêzîkirina gelan de dilîze ku di encama siyasetên pergalên desthilatdar de ji hev cuda bûn û got: “Ev hewldana ronakbîr Ocalan e ku dixwaze belav bike û pêk bîne. Jixwe her ku diçe fikrên wî tên pejirandin.”

Der barê planên bê yên weşanxaneyê de Seyid Ebdulfetah got: “Em hewl didin erdnîgariya Misirê derbas bikin û berê xwe bidin welatên din. Me ji Lîbyayê dest pê kir û hewl didin di pêşerojê de bigihêjin Tunis û bakurê Afîrkayê, piştre dewletên Kendavê û Sûdanê.”

(dm-mh)

ANHA