Bîlançoya êrişên mehekê li ser Şêrawa û Şehbayê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Cotmehê de bi hezaran top û gule bi ser gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û gundên kantona Şehbayê de barandin. Di topbarana li ser gundê Aqîbê de 2 zarok birîndar bûn.

Bîlançoya êrişên mehekê li ser Şêrawa û Şehbayê
1 mijdar, 2022   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di meha Cotmehê de li djiî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî û kantona Şehbayê pêk anîne, hate eşkerekirin.

Li gorî wê;

Di Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ev gund û deverên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî û yên girêdayî kantona Şehbayê topbaran kirin: “Şealê,Til Enab,Til Cîcan, Til Madîq, Bendava Şehba, rêya Hirbil-Til Rifetê, Samûqa, Merenaz, Şêx Îsa, kargeha Çemento, Kefer Garis, Wehşiyê, Hirşê Sixonekê, Tepê Kilûtê, Birc Qasê, Bênê, Til Qirah, Aqîbê, derdora Til Rifet, Gundê Mezin, Zîwan, girê Radarê, Meyasê, Til Rehal, Xirabşê, Malikiyê, tepê Meyasê, Wehşiyê, Bêlûniyê, Şewarixa, Ziranêtê, Semûqa, Eyn Deqnê, Minix, Um Hoş, Kilûtê, Kefer Naya, Dêrcimêl, Tat Maraş, navbera Til Rifet-Şêx Îsa-Şealê, Xirêbkê, derdora Bênê, Şêx Hîlal, navbera Wehşiyê-Til Qirah, Qinêtra, rêya Kiştear.”

Li gorî ku hatiye tesbîtkirin, dagikeran di Cotmehê de gund û deverên navborî bi qasî 1587 top û guleyên obîs, hawan û doçka topbaran kiriye.

Her wiha balafirên şer û keşfên biçek bênavber li ser herêmên geriyan.

Di 2`ê Cotmetê de bi balafirên şer gundê Bêlûniyê hat bombebarankirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Di heman rojê de li gundê Merenazê jî droneyeke biçek bombe barandin. Li wir jî zirarên madî çêbûn.

Di 7`ê Cotmehê de komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîş gundê Til Enab ê girêdayî herêma Şehbayê kir. Di encamê de hem ji hêzên hikumeta Şamê, hem jî ji çeteyên dewleta tirk a dagirker kuştî û birîndar çêbûn.

Di 10 û 15`ê Cotmehê de droneyeke biçek ya dewleta Tirk a dagirker li baregeha gundê Minixê ya girêdayî herêma Şehbayê xist.

Di 27`ê Cotmehê de, di encama topbarana li ser gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî de 2 zarok birindar bûn. Navên zarokan wiha ne; Semer Idrîs (4) û Ciwan Idrîs (3).

(cx)

ANHA