Nivîskar û şîrovekarên Ereb: Lûtkeya Erebî beriya dest pê bike têk çûye

Nivîskar û şîrovekarên siyasî yên ji Misirê got lûtkeya Cezaîrê beriya ku dest pê bike, bi bin ketiye. Ew jî ji ber ku 6 serokên Ereban ji bo beşdarbûna vê lûtkeyê lêborîn xwestine. Her wiha ji ber ku dosyayên girêdayî rewşa welatên Ereban, bi taybetî dagirkeriya dewleta Tirk û destwerdana wê li dewletên erebî, dê neyên gotûbêjkirin.

Nivîskar û şîrovekarên Ereb: Lûtkeya Erebî beriya dest pê bike têk çûye
1 mijdar, 2022   05:47
QAHÎRE – MUHSIN EL MISIRÎ

Gelê Ereb li benda lûtkeya serokên Ereban e ku tê payîn di navbera 1-2'ê Mijdarê de li Cezaîrê bê lidarxistin. Piştî 3 salan cara yekem e ev lûtke tê lidarxistin.

Lûtkeya Cezaîrê ku bi navê lûtkeya “Lem Şemil” (komkirin) tê zanîn, rastî kêşeyên mezin tê, nemaze piştî ku hin serok û mîrên Ereban ragihand ku ew beşdarî xebatên lûtkeyê nabin.

Li gorî hin raporên çapameniyê, teqez e ku 6 serokên Ereban beşdarî lûtkeyên nabin. Ew jî ev in mîrzayê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman, mîrê Kiweytê Şêx Newaf EL Ehmed El Sebah, serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayîd, sultanê Umanê Heysem Bin Tariq, şahê Behrênê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe û serokê Lubnanê Mîşêl Ewn yê ku dema serokatiya wî bi dawî bûye. 

Ne tenê beşdarnebûna serokan ji lûtkeyê re kirîza tekane ya ku hiştiye lûtke xweşikî û girîngiya xxwe winda bike, lê belê lûtkeya erebî ya ku gerek serwerî û serxwebûna endamên xwe biparêze, di rojeva xwe de nîqaşa mijara dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyê û Iraqê û binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk ên serweriya Lîbyayê paşguh kir.

Li gorî çavdêran, lûtkeya erebî berî ku dest pê bike têk çûye. Ne pêkan e ku mirov xwe bispêrê yan jî li benda biryarên xurt be yên der barê kirîza welatên Ereban û sûcên ku bi destên dagirkeriya Tirk li ser gelên Sûriyê û Iraqê pêk tên.

OSMANIYA NÛ

Têkildarî mijarê nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban wiha got: "Di civînên cuda yên wezîran û lûtkeyên erebî de bendek daîmî heye ku destwerdana eşkere ya dewleta Tirk a zêdetirî 10 salan di nav karûbarên erebî de, şermezar dike. Lê mesele ew e ku ev bend di civînên cuda de 'cemidandiye' û ji aliyê dewletên Ereban ve nayên aktîfkirin an jî nabi siyasetên rasteqîn ên komî.”

Şaban ji ajansa me re tekez kir ku "Dewleta Tirk di van salên borî de meyla xwe ya dagirkirinê ya ku jê re dibêje Osmaniya nû veneşartiye û li ser axa Ereban siyaseteke 'berfirehkirinê' pêk tîne."

Der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî, Şaban ew weke dagirkeriyê nirxand û dibe ku ev yek ji ber lawaziya dewleta Iraq û Sûriyê be.

Şaban wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk berpirsê sereke yê wêrankirina Sûriyê ye, ew jî bi rêya piştgiriya wê ji komên cîhadîst û tundrew ên li hundirê Sûriyê ye. Her wiha qutkirina wê ya bi hezaran kîlometreyan ji bo xwe û komên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî wê. Dewleta Tirk ji sala 2011'an ve bakurê Sûriyê dagir kir û ji bo tirkkirina herêmê û belavkirina çand û zimanê tirkî li wê deverê kar dike. Herî kêm 113 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê hatine avakirin, hinek ji wan navendên  leşkerî û hinek jî xalên çavdêriyê ne. Li gorî hin raporan, ev paregeh li 5 parêzgehên Sûriyê ne, 55 li Helebê, 43 li Idlibê, 9 li Reqayê, 4 li Hesekê û 2 li Lazqiyê ne. Ev nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk, dagirkeriyeke eşkere ya Tirk a di hundirê axa Sûriyê de ye."

Şaban her wiha got ku "teslîmbûna erebî" ya li pêşberî dewleta Tirk wê teşwîq dike da ku qadên xwe yên destwerdanê berfireh bike, ku ev yek li Lîbyayê diqewime. Piştî ku ket Iraqê û serweriya wê binpê kir û piştî dagirkirina Bakurê Sûriyê, êdî Osmaniya nû li Lîbyayê cihekî bi îstîqrar dît, peymanên leşkerî û ewlehiyê îmze kir û ji sala 2019'an ve bi hezaran çete şandin paytext Trablusê.

Şaban wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji lûtkeya erebî ya ku dê di destpêka Mijdarê de li Ceyzayîrê were lidarxisitn, ne tenê şermezarkirina rola Tirk tê xwestin, lê belê pêwîst e li ber hûrgiliyên vê destwerdanê rawestin û ji raya giştî ya erebî re eşkere bikin. Her wiha divê ji bo daxwaza vekişîna bilez a dewleta Tirk ji hemû dewletên erebî û rêzgirtina ji serweriya wan re pêşnûmayekê pêşkêş bikin."

BERIYA DEST PÊ BIKE, TÊK ÇÛ

Ji aliyê xwe ve, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Mecdî Sadiq dibêje ku lûtkeya erebî ya ku ji sala 2019'an ve ev cara yekem tê lidarxistin û dê li Cezaîrê be, berî destpêkirina wê têkçûna xwe îsbat kiriye.

Mecdî Sadiq wiha ji ajansa me re axivî: "Îsbata herî mezin a têkçûna lûtkeyê, heta niha lêborîna 6 serokên Ereb e, tevî ku dirûşmeya lûtkeyê 'Lem Şemil (komkirin)' e!!

Sadiq nebûna mijarên lezgîn ên erebî di lûtkeya erebî de, yên weke dagirkeriya Tirk li Sûriye û Iraqê û destwerdan û peymanên ku rejîma Erdogan bi hikumeta Debîba re li Lîbyayê girêdide ku ewlehiya neteweyî ya Ereban dixe metirsiyê, şermezar kir.

Sadiq bal kişand ser rewşa tevlihev a dewleta Cezaîrê û siyaseta wê ya derve, hem piştgiriya wê  ji eniya  Polisario û siyaseta rageşiyê ya li hember Mexribê, ku ev yek dihêle mazûvaniya wê ya ji lûtkeya erebî re biryareke şaş be, nemaze ji ber qeyranên ku herêm tê re derbas dibe. Ji bo wê jî pêwîstî bi lûtkeyeke awarte li welatekî ku pevçûn li ser siyaseta wê tune be, heye.

Sadiq sedema nexistina van mijaran di nav rojeva lûtkeyê de pirsî, ku ew mijar jî ev in; dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyê, hebûna neqanûnî ya Tirkan li Lîbyayê û operasyonên leşkerî yên ku rejîma Erdogan ku li "bakurê Iraqê" pêk tîne. Sadiq got: "Ma Iraq û Sûriye ne dewletên erebî ne ku divê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li kêleka wê bê sekinadnin?"

Sadiq wiha lê zêde kir: "Hevkariyeke mezin a leşkerî, siyasî û bazirganî di navbera Cezaîr û dewleta Tirk de heye. Cezaîr di dema serok Tebûn de veguheriye baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk, ev jî ewlehiya neteweyî ya Ereban dixe xetereyê."

Li gorî nivîskar Sadiq, hembêzkirina Cezaîrê ya ji dewleta Tirk re, bi awayekî mezin bû sedema lawazbûna ajandeya xebatên lûtkeyê û nebûna siyaset û tawanên dewleta Tirk ên li ser dewletên erebî yên wek Sûriye û Iraqê ji maseya gotûbêjan.

Mecdî Sadiq got: "Lûtkeya Cezaîrê tiştekî nû pêşkêş nake, em nikarin tiştekî baş ji bo gelên Ereb jê hêvî bikin û ji bingeh ve ti wateya lidarxistina tune ye."

(hs)

ANHA