ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-11-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-11-2022`YAN
31 cotmeh, 2022   23:00

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bersiv da banga malbata gerîlayê HPGʹê Serdem Agirî yê ku di êrişa kîmyewîya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû û dê giliyekî li dijî sûcên dewleta Tirk li dadgehên naveteweyî veke.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Kobanê bi berxwedana şervanên azadiyê û piştevahiya gelên cîhanê re, ji çeteyên DAIŞ’ê û piştevanên wê hat rizgarkirin. Piştevanî veguherî hêz û rexistibûnê. Lê di salvegera 8’an a Roja Kobanê ya Cîhanê de, DAIŞ li ser erdê xilas bûye, lê metirsiya hêzên ku destekê dide wan didome. Lewma piştevaniyek dijî van hêzan jî jêvenegere. 

Rojnamevan û lêkolîner Lamar Arkendî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker herêmên dagirkirî veguherandine navendên perwerdekirina çeteyan û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember têkiliya DAIŞ’ê û dewleta dagirker wek cureyekî parastina DAIŞ'ê bi nav kir.

Mihemed Şahîn bang li hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê kir ku bi heman rihê ku piştgirî dane berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞʹê û alîgirê wê yê sereke dewleta Tirk a dagirker, nirxên şoreşa Rojava biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, di qadên cûda de bandoreke neyinî li jiyana niştecihên Şehba û koçberên Efrînê dike. Ruxmî hemû astengiyan şênî bi berxwedanê ve girêdayî ne.

CÎHAN

Nivîskar û şîrovekarên siyasî yên ji Misirê got lûtkeya Cezaîrê beriya ku dest pê bike, bi bin ketiye. Ew jî ji ber ku 6 serokên Ereban ji bo beşdarbûna vê lûtkeyê lêborîn xwestine. Her wiha ji ber ku dosyayên girêdayî rewşa welatên Ereban, bi taybetî dagirkeriya dewleta Tirk û destwerdana wê li dewletên erebî, dê neyên gotûbêjkirin.

ANALÎZ

Rêxistina terorê ya îslamî DAIŞ'ê ku li Iraqê derket holê, Mûsil bêyî şer bi dest xist ku navendeke sereke ya welêt e. Mîna refa kuliyan, her dera berê xwe dayê, dagir kir. Lîderê çeteyan El Bexdadî xwe wek xelîfe îlan kir. Hin herêmên Iraqê bi xwîn û qetlîaman bi dest xistin. Hovîtiyeke herî mezin a qirkirinê jî li gelê Şengalê kir. Êzidî bi vê komkujiyê re anku Fermana 73'an, di bîra mirovahiyê hatin bicihkirin. Çeteyên DAIŞ'ê bi hovîtî û dîmenên tirsnak ên barbariyê bûn gefeke mezin ji bo tevahiya mirovahiyê.

ÇAND Û HUNER

Weşanxaneya Nefertîtî ya weşan û wergeriyê bi zêdetirî 70 serenavên cuda têkildarî îdeolojî, çandî û afrîneya kurdî beşdarî pêşengeha pirtûkan a zanîngeha Tubruq a navnetweyî ya li Lîbyayê li dar ketiye bûn. Di serî de perspektîfên rêber Abdullah Ocalan.

ANHA