Kongerya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

Di roja 2`yemîn a Kongreya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rêzikname hat erêkirin û 31 endamên ji bo meclisa giştî hatin hilbijartin.

31 cotmeh, 2022   19:50
QAMIŞLO

Duh Kongerya 2`yemîn a Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya bêhtirî 300 delegeyan hat lidarxistin. Di kongreyê de beşdaran bi endamên dîwanê re rêziknameya federasyonê nîqaş kirin, pêşniyarên hatine kirin, hatin erêkirin. Her wiha 31 endam ji bo meclisa giştî hatin hilbijartin.

/ar/uploads/files/2022/10/31/183734_azyz-arb.webp

Endamê Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê dîwanê Ezîz Ereb di kongreyê de wiha axivî: “Em îro di roja duyemîn a kongreyê de ne, ku di van 2 rojan de me xebatên 2 salan û zehmetiyên li pêşiya wê derketine, nîqaş kirin, rêzik name xwend û me nêrîn û pêşniyariyên li ser rêziknameyê girtin û rêzikname erê kir.”

Ereb wiha domand: “31 endam ji bo Meclisa Giştî ya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin. Em ji endamên hilbijartî û nûnerên Desteya Rêveber re, di kar û xebatên wan ên di dema bê de, serkeftinê dixwazin.”

/ar/uploads/files/2022/10/31/183750_nwrwz-ahmd.webp

Di dawiya kongreyê de, endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed lidarxistina kongreyê pîroz kir û got: “Bi navê hemû gaziyan em lidarxistina kongreyê li rêberê azadiyê Abdullah Ocalan pîroz dikin û şehîdên xwe yên ku em bi saya wan vê kongreyê li dar dixin, bi bîr tînin.”

Newroz Ehmed wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em hemû endamên hilbijartî di Meclisa Giştî ya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pîroz dikin û di xebatên wan ên ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û pêkanîna armancên federasyonê de, serkeftinê hêvî dikin.

(mh)

ANHA