Beşa yekemîn a xwendekarên Akademiya Îslama Demokratîk der çû

Piştî perwerdeya 4 salan, beşa yekemîn a xwendekarên Akademiya Îslama Demokratîk der çû.

Beşa yekemîn a xwendekarên Akademiya Îslama Demokratîk der çû
1 mijdar, 2022   13:08
QAMIŞLO

Bi merasîmekê li qada akademiyê ya li taxa Xelîc a Qamişloyê, 51 xwendekarên Akademiya Îslama Demokratîk der çûn.

Akademiya Îslama Demokratîk di 2018′an de hate damezirandin û navendên xwe li bajarên Qamişlo û Hesekê vekirin û di demeke pir kin de gelek xwendekar pêşwaz kirin.

Di merasîma derçûnê de xwendekar, malbatên wan, endamên Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Endama rêveber a Akademiya Îslama Demokratîk a Qamişloyê Besîre Xelîl di merasîmê de axivî, serkeftina xwendekaran pîroz kir û spasiya kadroyên akademiyê kir.

Li aliyekî din jî hevserokê Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed El Xerzanî got: "Serkeftina xwendekaran gaveke mezin ber bi jinûve vegerandina îslamê li cewhera wê û belavkirina fikirên îslamê dûrî kîn û nakokiyan e."

El Xerzanî wiha domand: "Niha we kilîtên zanistê bi dest xistin û divê hûn zêde bixwazin. Li ser milê we erkên belavkirina peyama îslama demokratîk heye.”

El Xerzanî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Mixabin peyama rasteqîn a olan hate guhartin. Ol ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û cewhera wan guhartin, mîna îslama siyasî û radîkal. Divê hûn li hember van fikran bisekinin."

Her wiha hevseroka Kongra Îslama Demokratîk Delal Xelîl jî got: "Di demekê de îslam li hember êrişên kesên îdiaya îslamê dikin, gendelî, tundî û kînê bi navê wê belav dikin, divê kesayetên nûnertiya îslama demokratîk bikin, werin perwerdekirin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama rêveber a Akademiya Îslama Demokratîk Besîre Xelîl xelat li xwendekarên der çûne, belav kirin.

Şahiya derçûnê bi belavkirina bawernameyan bi dawî bû.

(fr)

ANHA