​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn di salvegera xwe de soza pêkanîna aramiyê dîsa dubare kir

Bi dirûşma “Bi ruhê Şoreşa Rojava û berxwedana Zapê” û bi beşdariya bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û pêkhateyên Kantona Qamişlo, îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn li yarîgeha 12’ê Adarê ya Qamişlo salvegera 9’emîn a damezirandina xwe pîroz kir.

31 cotmeh, 2022   15:56
QAMIŞLO

Di şahiyê de hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî axivî û salvegera 9’emîn a damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gelên herêmê û endamên hêzan pîroz kir û got: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi fedakariya ciwanên herêmê hat avakirin ku herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê parastin, ev destkeftî jî berhema fedakariya wan e.”

Hemrîn Elî wiha domand: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn bicihanîna erka xwe ya pêkanîna aştî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne ku ew êdî bûye parêzvanên destkeftiyên şoreşê û hêviya gelên herêmê, ji ber wê jî em soza xwe ya ji hevrê û gelê xwe re nû dikin, ku em ê di bicihanîna erkên xwe de li ser şopa wan bin.”

Her wiha, hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û hemû şehîd bi bîr anîn û bi vê boneyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir û got: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê her sembola aştî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimîne, em soz didin hevrêyên xwe yên şehîd ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê li ser şopa wan bin.”

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman wiha axivî: “Di serî de em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Em bi saya fedakariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi aştî û aramî dijîn. Ew hêz hêjayî navê saziya ewlehî û aştiyê ne, li ser wê esasê jî, em salvegera 9’emîn a damezirandina wê li rêber Abdullah Ocalan ê ku fikrê biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da rûniştandin û li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemû pêkhateyan, pîroz dikin.”

Piştre, endama koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo axivî û îşaret bi rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina herêmê de kir û got: “Jinan roleke pêşeng di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de lîst. Bi ruhê jinên azad em ê welatekî azad û demokratîk ava bikin û bi fikrê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin em ê hişmendiya baviksalarî ya desthilatdar têk bibin.”

Rîhan Loqo berxwedana Zapê silav kir û piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji berxwedana şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li çiyayên Kurdistanê, teqez kir.

Di şahiyê de beşên Hêzên Ewlekariya Hundirîn; Cîhazê Ewlekariya Giştî, Antî Teror, Rêveberiya Trafîkê, Rêveberiya Têkoşîna li dijî madeyên hişbirê, Rêveberiya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî, Hêzên Operasyonan, HAT, Hêzên Hawarî, Parastina Zîndanan, Rêveberiya Têkoşêna li dijî Sûcan, Rêveberiya Hêzên Parastina Desteyan, Rêveberiya Hêzên Parastina Saziyan û Partiyan, Rêveberiya Hêzên Parastina Têkiliyên Derve, Hêzên Sotoro, Hêzên Parêzvanên Xabûr (Natûra), ji aliyê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ve hatin xelatkirin.

Şahî bi girtina govendê li ber stranên Koma Cûdî bi dawî bû.

(mh)

ANHA