Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo tecrîd û êrişên çekên kimyawî şermezar kirin

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdulah Ocalan û êrişên bi çekên kimyawî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo tecrîd û êrişên çekên kimyawî şermezar kirin
31 cotmeh, 2022   16:35
QAMIŞLO

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Seroxan kom bûn û daxuyanî da.

Berdevaka ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şirîn Ehmed daxuyanî xwend û tê de got: “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û bikaranîna çekên kimyewî ku bi awayekî hovana li ser gerilayên tevgara azadiyê tên bikaranîn şermezar dikin.”

Şirîn Ehmed balkişand li ser rola ciwanan ji bo bidawîkirina tecrîdê û wiha pê de çû: “Ji ber ku rêber Apo vîna me ye. Em bang li ciwanan giştî dikin ku bê deng nemînin, di heman demê de ji bo bikaranîna çekên kimyawî li dijî gerîla tên bikaranî, ruxmî çekên kimyawî qedexekirî ne jî, lê belê cardin li ser gerîla bi kar anîn. Em bêdengiya dewletên navnetewî şermezar dikin.”

Di dawiyê de Şirîn Ehmed wiha got: “Em weke ciwanên saziya malbatên şehîdan a bajarê Qamişlo bang li ciwanan kir ku em li hember van êrişên dewleta Tirk a dagirker bê deng nemînin.”

Çalakî bi drûşma “Bê Serok jiyan nabe” daxuyanî bi dawî bû.

(xb)

ANHA