Şêniyên Minbicê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin

Şêniyên bajarê Minbic û gundewarên wê îro bi dirûşma “Werin cenga azadiyê” derketin xwepêşandanê û êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Hêzên Parastina Gel li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şermezar kirin.

31 cotmeh, 2022   15:11
MINBIC

Li Minbicê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi tevlêbûna şêniyên Tebqa, Dêrazor, Reqa û Minbic bi meşeke navendî ya ku ji Çerxerêya Sebe Behrat dest pê kir û heta Stada Beledî dewam kir. Di çalakiyê de êriş û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk şermezar kir.

Di meşê de bê navber dirûşmên dilsoziya bi berxwedana gerîla re hatin berzkirin û pankartên “Werin Cenga Azadiyê(Tolhildan)î, “Hevkarên Sûcên Kîmyewî wê hesab bidin” û wêneyên gerîlayên bi çekên qedexekirî û kîmyewî şehîd bûne, posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HPG û YJA-Starê hildan.

 ‘RÊBER APO LI BER XWE DIDE’

Meş li Stada Beledî veguherî mitingekê û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferhad Hesen axivî. Hesen destpêkê bal kişand ser tecrîda li ser rêberê Abdullah Ocalan û got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi tecrîdê di şexsê rêber Ocalan de vîna gelê Kurd bişkîne. Rêber Apo li ber vê tecrîdê li ber xwe dide.”

‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KIYMEWÎ LEWAZIYA WAN NÎŞAN DIDE’

Hesen behsa êrişên dagirkeriyê û çekên qedexekirî û kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla bi kar tîne kir û anî ziman: “Dewleta Tirk pişta xwe daye teknîka serdemê û çekên qedexekirî û kîmyewî. Êrişên bi van çekan li ser qadên gerîla dike ne ji hêzbûnê ev bê hêzbûna wan nîşan dide. Çekên qedexekirî bêhêziya wê nîşan dide.”

‘GERÎLA LI BER ÇEKÊN KIYMEWÎ LI BER XWE DIDE Û DERBAN LI WAN DIDE’

Li ser berxwedana gerîla jî Hesen ev got: “Tevî her cûre çekên qedexekirî û kîmyewî ku li dijî gerîla bikar tîne û ew jî li ber xwe dide û rojane derbên xurt li dagirkeriyê didin.”

‘EM Ê BI ROLA XWE YA PÊŞENGIYÊ RABIN’

Herî dawî Ferhat Hesen îşaret bi êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir û diyar kir ku ev êriş ji hev ne cuda ne û girêdayî hev in. Hesen got: “Çi dibe bila bibe, em gav bi şûn ve navêji. Em soza tolhildanê didin. Em ê ciwan bi erk û rola xwe ya pêşengiyê rabin.”

Piştî Hesen li ser navê Kombûna Jinan a Zanûbya Fatma Tebqa jî axivî û da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan xewnên osmanî pêk bîne

Piştî axaftinan şanoyek bêdeng ku balê dikişîne ser bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî hat pêşandan.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(dm)

ANHA