​​​​​​​Çeteyan mezarê Şêx Mûs ê li Efrînê teqand

Çavkaniyên ji navçeya Raco ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam mezarê Şêx Mûs ê li gundê Gewanda yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî, teqandiye û bi temamî rûxandiye.

​​​​​​​Çeteyan mezarê Şêx Mûs ê li Efrînê teqand
31 cotmeh, 2022   11:07
 ŞEHBA

Çavkaniyan ji ajansa me re ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam mezarê Şêx Mûs teqandiye û rûxandiye.

Mezarê Şêx Mûs nêzî gundê Gewanda ye ku yek ji 7 gundên Meydana yê navçeya Raco ye. Ev mezar li cem şêniyên herêmê pîroz e.

Piştî dagirkirina kantona Efrînê, çeteyên Feyleq El Şam ev mezar kolandibû û xirab kiribû.

(cx)

ANHA