​​​​​​​YRK`ê şehadeta 3 gerîlayên xwe ragihand

Çapemeniya YRK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de 3 gerîlayên wan şehîd bûne.

​​​​​​​YRK`ê şehadeta 3 gerîlayên xwe ragihand
31 cotmeh, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di 29’ê Cotmeha 2022’an de 3 hevreyên me li herêma Asosê bi balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk şehîd ketine.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir; “Wek gelê me û raya giştî dizane bi pêşketina serhildanên li Rojhlatê Kurdistanê û Îranê êrîşên dagirkeran li ser hêzên me û gelê me zêde bûne. Li beramberî serhildêran rejîma Îranê her roj êrîşan dike, mirovan dikuje. Cîhan ji vê yekê re şahidiyê dike. Bi pêşengiya jinê pêşketina serhildanên gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, êrîşên dagirkeriya Tirkiye li ser qada gerîlayên me zêde bûne. Em van êrîşên dagirkeriya Tirkiye û Îranê di çarçoveya hevkariyê de dibînin li ser wî esasî êrîş li ser hêzên me pêk tên. Li beramberî van êrîşan heta dawî em li kêleka gelê xwe cih digrin, li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê tu carî em gav paşde navêjin. Em li ser esasê şêwazê xwe beramberî van dagirkeran têkoşîna xwe dewam dikin.

Di 29`ê Cotmeha 2022’an de li ser qada Asosê li du cihên cuda de êrîşên balafira keşfê hate kirin. Di van êrîşan de heval Serhed, Dilovan û Bager şehîd ketin. Der barê nasnameyên her 3’ê hevalan de di demên pêş de em ê gelê xwe agahdar bikin.”