Bîlançoya mehekê ya êrişên li ser Girê Spî

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya meha Cotmehê ya sûc û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundewarên Girê Spî ya dagirkirî û navçeya Eyn Îsayê eşkere kir. Meclisê soza bersivdayîna hemû hewldanên dagirkirinê da.

Bîlançoya mehekê ya êrişên li ser Girê Spî
31 cotmeh, 2022   11:12
EYN ÎSA

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer ji dezgehên çapemeniyê re axivî.

El Omer got: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi hemû çekên giran û sivik û balafirên bêmirov ên biçek, bombeyan bi ser gund û malên sivîlan ên li ser sînor de dibarîne.

Gundewarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê jî pareke mezin ji hedefgirtin û binpêkirinan girt. Gundên Seyda, Fatisa, Erîda, Gultep, Huriye, Mişêrfa, Eyn Îsa û gundên din ên nêzî eniyên şer tên topbarankirin.”

El Omer destnîşan kir ku wan zêdetirî 200 êrişên li dijî van gundan ên topavêj û hewanan, çekên navîn û sekvanî, şopandine.

Her wiha diyar kir ku dagirkeriya Tirk hêrsa xwe di ser şêniyên wan gundan re derdixe, yên ku ruxmî êrişên yekser ên bi armanca koçberkirinê jî ji gundên xwe dernakevin. El Omer got ku armanc ji êrişan hêsankirina pêkanîna plana guhertina demografiyê, bi rêya anîna malbatên çeteyan û bicihkirina wan li şûna şêniyên resen ên herêmê ye.

El Omer di daxuyaniya xwe de rola Rûsyayê ya garantor a li herêmê û bêdengiya wê li hember binpêkirin û sûcên rojane yên dagirkeriya Tirk, rexne kir.

El Omer di dawiya daxuyaniya xwe de soza parastina sînor û rêgirtina li ber dagirkirina herêmên din ên Sûriyê da.

ANHA