​​​​​​​Çavkanî: Bi dehan çeteyên Tehrîr El Şam ji Tirkiyê hatine Girê Spî ya dagirkirî

Çavkaniyên xwecih ên ji Girê Spî da zanîn ku bi dehan çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ji Tirkiyê hatine û derbasî kantonê bûne.

​​​​​​​Çavkanî: Bi dehan çeteyên Tehrîr El Şam ji Tirkiyê hatine Girê Spî ya dagirkirî
31 cotmeh, 2022   10:57
 EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, bi dehan çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê) duh derbasî navenda kantona Girê Spî ya dagirkirî bûne.

Çavkaniyan da zanîn ku çete di deriyê sînor ê Girê Spî re ku di bin kontrola çeteyên dagirkeriya Tirk de ye, derbas bûne.

Dagirkeriya Tirk piştî ku Heyet Tehrîr El Şam li kantona Efrînê ya dagirkirî serwer kir, wan çeteyan beş bi beş derbasî axa Girê Spî ya dagirkirî dike.

Ev yek hemwextî guhertina nexşeya belavbûna çeteyên dagirkeriya Tirk li herêmên bakurê Sûriyê yên dagikirî pêk tê ku ya herî sereke bicihbûna çeteyên Ehrar El Şam li bakurê rojava û rojavayê bajarê Minbicê û gundewarên wê bû.

ANHA