‘Firqeya 4ʹan’ ambargoya li ser taxa Şêxmeqûsdê girantir dike

ʹFirqeya 4ʹan’ a girêdayî hikumeta Şamê ambargoya li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê girantir dike. Saetên xebitandina jenaratorên kehrebeyê jî kêm kirin.

‘Firqeya 4ʹan’ ambargoya li ser taxa Şêxmeqûsdê girantir dike
31 cotmeh, 2022   10:10
HELEB

Firqeya 4ʹan a girêdayî hikumeta Şamê ambargoya li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê girantir dike.

Li gorî serjimariya komîteya alîkariyê ya taxê ya dawiya sala 2021ʹan, derdora 216 hezar kes li her du taxan dijîn.

Ji ber ambargoyê, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê saetên xebitandina jenaratorên ku kehrebeyê didin taxa Şêxmeqsûdê kêm kirin da sotemeniyê ji bo xebitandina firne û nexweşxaneya li taxê dabîn bike.

Ji ber ambargoyê xisareke aborî ya mezin gihaşt qadên aktîf ên li taxê wekî çêkirina cilan, betarî û pîşesaziyên din.

Bi nêzîkbûna zivistanê re, şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bi fikar in ku parên xwe yên mazotê wernegirtin ku dibe bibe sedema belavbûna nexweşiyan.

ANHA