Mizgefta Mezin a Reqayê ji nû ve tê avakirin

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê îro dest bi ji nû ve avakirina Mizgefa Mezin a Reqayê kir.

Mizgefta Mezin a Reqayê ji nû ve tê avakirin
31 cotmeh, 2022   10:36
 REQA

Mizgefa Mezin anku Mizgefta El Hemîdî ji mezintirîn mizgeftên Reqayê ye û beriya 125 salan hatiye çêkirin.

Di dema operasyonên rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê de, mizgeft bi temamî hat rûxandin. Li ser daxwazên şêniyên Reqayê, Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan dest bi projeya jinûve avakirina Mizgefta Mezin kir.

Endezyar Salih El Himêd ku çavdêriya xebatê dike, got: “Piştî ku lêkolîna projeyê hat amadekirin, 600 hezar dolar ji bo avakirina Mizgefta El Hemîdî hat veqetandin.”

Salih El Himêd daxuyand ku rûpîvana mizgeftê 2 hezar û 799 metreçargoşe ye, tê de minareyek kevn heye ku sala 1897`an hatiye avakirin.

El Hemîdî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê Mizgefta Mezin li gorî şêwazê wê yê berê bi mîmariya modern be, dê 4 minare bên çêkirin ku her yek 40 metre ye û 5 jî qubeyên wê hebin.

Li gorî endezyar El Himêd, xebatên avakirinê dê 8 mehan dewam bikin.

ANHA