​​​​​​​Panorama hefteyê: Washington û Tehran di piştigriya hikumeta El Sûdanî de li hev kir

Nirxandinên şaş ên dewleta Tirk a dagirkger, Erdogan xist nav kêşeyeke mezin piştî ku destûr da çeteyên Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra berê) li Efrîna dagirkirî belav bibin. Li aliyekî din Îran û Amerîka bi lez serokwezîrê nû yê Îraqê pîroz kir, piştî ku parlamento bawerî da hikumeta wî.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Washington û Tehran di piştigriya hikumeta El Sûdanî de li hev kir
30 cotmeh, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî hefteya borî têkildarî rewşa Efrîna dagirkirî, lihevkirina Amerîka û Îranê di mijara piştgiriya hikumeta nû ya Iraqê de û dosyaya xêzkirina sînoran di navbera Lubnan û Îsraîlê de nivisîn.

‘ERDOGAN DEV JI PLANA SERWERKIRINA EL NUSRAYÊLI EFRÎNÊ, BERNEDA’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya El Watan a Sûriyê wiha nivisî: “Nirxandinên îstixbarata serokê rejîma Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan şaş derketin dema ku rê da Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr El Şam ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye) li Efrînê ya bakurê Helebê serwer bibe. Di encamê de Erdogan ket nava kêşeyeke mezin ku rêbazên derketina ji wê hîna diyar nebûne.

Çavdêr li ser siyaseta Erdogan a têkildarî herêmên li Sûriyê dagir kirine, dibêjin “Erdogan bi temamî guh da îstîxbarata xwe û plana tevlêkirina El Nusra li nexşeya Efrînê dewam kir da ku hin armancan pêk bîne. Bi wê yekê şîret û helwesta artêşa Tirkiyê ya dijber û ya ku hişyar kir ku destê xwe nexe guhertina meydanî li herêma ku 2018`an dagir kiriye, paşguh kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Erdogan piştî 10 rojan li ser nakokiya kûr a li Efrînê di navbera çeteyên wî û El Nusra şaxê Sûriyê yê rêxistina El Qaîdeyê de, pê hesiya ku hesabên îstîxbaratê şaş in. Nexasim piştî helwesta navneteweyî ku ev gav şermezar kirin. Di nav de helwesta rêveberiya Amerîkayê ku erk da Wezareta Parastinê vê şaşiyê rast bike û ferman da El Nusrayê ku karwanên xwe yên leşkerî li pêş kamerayên çapemeniyê veşêre. Ji bo ku nerazîbûna niştecihên herêmên dagirkirî û bertekên li hember vê plana nenirxandî, kêm bike.

Çavkaniyan diyar kir ku Erdogan dev ji plana derxistina pêş a El Nusrayê di aliyê navneteweyî de wek rêxistineke “nerm” û ferzkirina wê li Efrînê û gundewarên bakur û bakurê rojhilatê Helebê de, bernedaye.

Li gorî çavkaniyan rejîma Erdogan, berê û hîna jî ji geşedanên dramatîk ên li Efrînê qewimîne, armanc dike, saziyeke leşkerî ya navendî bi rêveberiya El Nusrayê ava bike da ku tevliheviya ewlehiyê ya ji ber çeteyên Artêşa Nîştimanî çêbûne, kontrol bike. Her wiha dergehan, rewşên aborî û civakî yên paşketî kontrol bike. Bi şêwazekê ku wan herêman amade dike da ku milyon û nîv penaberên sûrî yên li Tirkiyê vegerîne Sûriyê bi rêya dan û standinên ewlehiyê di navbera Enqere û Şamê de beriya lidarketina hilbijartinên li Tirkiyê.”

WASHTINGOTIN Û TEHRAN PIŞTGIRIYÊ DIDIN HIKUMETA SÛDANÎ

Rojnameya El Ereb behsa rewşa Iraqê kir û wiha nivîsî: “Îran û DYA`yê serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser bawerîdayîna hikumeta wî, pîroz kir. Ev yek rihetiya her du aliyan têkildarî bidawîbûna xitimîna siyasî li Iraqê ya ji beriya zêdetirî saekê ve, nîşan dide.”

Iraq qadeke ku berjewendiyên Îran û DYA`yê lê digihêjin hev.

Çavdêr dibêjin ku DYA û Îran parastina istiqrarê li Iraqê ji berjewendiya xwe dibînin, nexasim di şert û mercên heyî de. Washington bi israr e ku anîna petrolê ji Iraqê berdewam bike, bi taybet li gel aloziya enerjiyê ya li cîhanê ya ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê.

Çavdêr dibêjin ku Washington hewl dide ku aloziya enerjiyê kûrtir nebe, her wiha dibîne ku çi rewşeke tevlîhev li Iraqê dê ji wê re aloziyek din çêke. Tê zanîn ku Iraq duyemîn mezintirîn welatê di OPEC+ de ye ku petrola xam hildiberîne. Sedema hewldanên wê ya pêşwazîkirina hikumeta Sûdanî jî ev e.

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî jî serokwezîrê Iraqê pîroz kir. Çavdêr destnîşan dikin ku Tehranê di jihevxistina astengiyên PDK`ê de roleke sereke lîst, ji lew re hişt ku YNK tawîzan bide da ku çareserkirina aloziya siyasî li Iraqê hêsan bike.

Çavdêran diyar kir ku armanca Îranê bidawîkirina aloziya Iraqê di zûtirîn dem de bû, bi taybet hemwextî zextên li hundir, yên ji ber xwepêşandanên ji beriya zêdetirî mehekê ve ku ruxmî hemleyên tepisandinê yên hêzên ewlekariyê jî bi dawî nabin.

Çavdêran amaje bi wê yekê jî kir ku Îran avakirina hikumeteke nû ya alîgir li Iraqê, wek destkeftiyeke mezin dibîne, ku dê bihêle ew zêdetir bala xwe bide rewşa hundirê welatê xwe û li hember tevgera gel bisekine, ku her diçe belav dibe.”

‛LUBNAN; GELO NEXŞEKIRINA SÎNORÊN DERYAYÎ BI ÎSRAÎLÊ RE TÊ ÇI WATEYÊ?’

Têkildarî dosyaya nexşekirina sînorên deryayî yên Lubnan-Îsraîlê rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi rêya navbeynkarê xwe Amos Hochstein tev li dan û standinên nexşekirina sînorên deryayî yên di navbera Lubnan û Îsraîlê de bûn, duh li navenda hêzên awarte yên navneteweyî (UNIFIL) ku li başûrê Lubnanê dixebitin, li herêma Naqore ya sînor, lihevkirineke dîrokî pêk hat.

Piştî navbeynkarê amerîkî gihaşt Beyrûtê muzakereya nexşekirinê ya Lubnan-Îsraîlê li Naqore bi çavdêriya Amerîka û navneteweyî îmze kir û radestî berpirsên Lubnanê kir. Bi wê re lihevkirin kete meriyetê û dê xebata li ser vekolîn an jî derxistina gazê li her du aliyên sînorên nexşekirî dest pê bikin."