​​​​​​​‘Hikumeta Şamê û dewleta Tirk heman siyasetê li dijî Rêveberiya Xweser dimeşînin’

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Ehmed El Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê siyaseteke hevbeş li dijî Rêveberiya Xweser dimeşînin. El Xelef bang li partiyan û civakê kir ku siyasetên dijberî herêmê eşkere bikin.

​​​​​​​‘Hikumeta Şamê û dewleta Tirk heman siyasetê li dijî Rêveberiya Xweser dimeşînin’
30 cotmeh, 2022   01:45
TEBQA - EBDUREHMAN EL SALIH

Şîroveyên têkildarî nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê dewam dikin ku di piraniya wan de şîrovekar li hev dikin ku ev nêzîkbûn xizmeta gelê Sûriyê nake.

Têkildarî nêzîkbûn û axaftina li ser normalîzekirina têkiliyan di navbera Enqere û Şamê de serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqa Ehmed El Xelef got: “Ev nêzîkbûn, îdiayên şeklî ne ku li ser berjewendiyên her du aliyan ava bûye. Ez difikirim ku dê dema dê sînordar be û dê dirêj neke.”

El Xelef bal kişand ser hesabên hundirîn ên AKP`ê û got: “AKP ji vê nêzîkbûnê hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne. Ji ber hilbijartin li Tirkiyê nêz in. Ew jî dixwaze raya giştî ya Tirkiyê bi rêya hewldanê qezenc bike û kaxiza penaberên sûrî ji destê muxalefetê bibe.”

El Xelef hişyarî da ku di encama vê normalîzekirinê de dê gelê Sûriyê û Rêveberiya Xweser zirarê bibînin û wiha domand: “Binxistina modela Rêveberiya Xweser, yek ji sedemên pêkhatina vê nêzîkbûnê ye. Ji ber ku rêveberiyê piştî pêkanîna pergala nenavendîbûnê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ket.”

Her wiha El Xelef diyar kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker heman siyasetê li dijî Bakur û rojhilatê Sûriyê dimeşînin û pergalên zordest û dîktator in.

El Xelef wiha berdewam kir: “Projeya neteweya demokratîk banga pirrengiya siyasî, partî û hevbeşiyê di desthilatê de dike. Li dijî rêgezên hikumeta Şamê û dewleta Tirk e. Ji ber wê li dijî wê rêgezeke hovane li dijî gelê herêmê û projeya wê tê meşandin.”

Di dawiyê de Ehmed El Xelef got: “Ji hemû beşên civakê, rêxistin, partî û rêveberiyên sivîl tê xwestin ku ji siyasetên Tirkiyê, şerê taybet ê ji hêla aliyên derve ve li dijî herêmê tê meşandin, hişyar bin. Van rêbazan bi rêya dezgehên çapemeniyê ji gelê herêmê û cîhanê re eşkere bikin.”

(şx)

ANHA