Pisporê tiba edlî: Divê her tiştê li devera ku çekên kîmyewî lê bi kar anîne, bê lêkolînkirin

Pisporê çekên kîmyewî Dr. Abbas Mansouran diyar kir ku ji vîdeoyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîla xuya ye dibe ku artêşa Tirk bombeyên kîmyewî yên mîna cyclosarin (GF), klorofîn, sulfur mustant (SM), tabun (GA), sarîn (GB) û fosfora spî û her wiha gazên metalên giran ên tungsten, bombeyên jehrê yên siyanonîk bi kar anîbin

Pisporê tiba edlî: Divê her tiştê li devera ku çekên kîmyewî lê bi kar anîne, bê lêkolînkirin
29 cotmeh, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Me li ser sûcên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bi Dr. Abbas Mansouran re axivîn. Dr. Abbas Mansouran 2 caran ji bo lêkolînkirina delîlên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk di êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de, hatibû Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Dr. Abbas Mansouran ku di salên 1980'yî de di dema şerê Iraq-Îranê de li 'beşa birînên ji ber şewatê' dixebitî, bû şahidê dîmenên tirsnak ên sûcên şer.

Dr. Abbas Mansouran diyar kir ku dîmen û belgeyên der barê êrişên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de derketin holê, delîlên zelal ên sûcekî li dijî mirovahiyê ne ku kîn û hêrsa her kesî zêde kiriye.

Mansouran diyar kir ku dewleta Tirk bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne û got: "Dema mirov ji aliyê klînîk ve li van dîmenên sûc dinêre, em dikarin bêjin ku bi gaza jehrî ya ku bandoreke kujer li ser sîstema rehikan û bêhngirtinê dike, li mexdûran xistine."

Mansouran bi bîr xist ku çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî şervanên azadiyê û sivîlan ji sala 1993'yan ve ji aliyê artêşa Tirk ve tên bikaranîn û destnîşan kir ku êrişên di nava çend mehên dawî de ne mîna êrişên din in.

Mansouran da xuyakirin ku dewleta Tirk li hemberî sivîl û şervanan her şêwe bombeyên kîmyewî bi kar tîne û da xuyakirin ku ev yek bûye sedema qetilkirina bi sedan sivîl û şervanên azadiyê û got: "Tirkiye bi xwe hilberînera bombeyên kîmyewî ye. Li dijî qadên gund û bajaran, çiya, hawirdorê bi kar tîne û jîngehê jî jehrî dike. Ev sûcê şer e, qirkirin e, sûcê li dijî mirovahiyê û jîngehê ye."

BANDORÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Dr. Abbas Mansouran got: "Di salên dawî de kiryarên şerê kîmyewî û êrişên bi gazê bûye taybetmendiyeke şer a dewleta Tirk. Tevî ku di dawiya salên 1930'î de ji aliyê Naziyan ve hat kifşkirin jî, dibêjin li qadên şer tu carî gazên rehekan (sinir) bi kar neynin. Sarîn wek çekeke komkujiye hat hesibandin. Gaza sarîn bi awayekî biêş dikuje. Beriya kuştinê, difetisîne. Hilberîna sarînê wek çekekê ji sala 1993'yan ve tevî ku qedexe ye, didome. Sarîn bi giranî bandorê li sîstema rehekan a laş, masûlkeyên xwêdan û tifê kontrol dikin, bêhnê û tevgerê dike."

ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN DEWLETA TIRK

Mansouran diyar kir ku teknolojiya dewleta Tirk têra hilberîna gazên jehrî û bombeyên kîmyewî yên qedexekirî dike û wiha dewam kir: "Nayê înkarkirin ku artêşa Tirk çekeke kîmyewî bi kar bîne. Bikaranîna ‘VX’yê nikare bê înkarkirin. XV, çekeke kîmyewî ya herî kujer e. Piştî ku ev gaz hate bêhnkirin, ji nişka ve masûlkeyên bêhndanê teng dibin, mexdûr kapasîteya nefesê winda dike. Masûlkeyan req dibin, piştî girtina hilmijê, ji ber fetisînê êşeke giran çêdibe."

'DIVÊ DELÎLÊN SÛC DI CIH DE BÊN LÊKOLÎNKIRIN'

Mansouran li ser vîdeoyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk diyar kir ku di êrişên dawî de artêşa Tirk bi îhtimaleke mezin bombeyên kîmyewî yên cuda yên wekî Cyclosarin (GF), klorofîn, sulfur mustant (SM), Tabun (GA), Sarîn (GB) û fosfora spî, her wiha tungsten a metala giran, bombeyên jehrî yên Cyanogenik bi kar anîne.

Mansouran xuya kir ku divê bi rengekî rast cureyê bombeya gazê ya jehrî were diyarkirin û madeyên kîmyewî yên hatine bikaranîn ji nêz ve bên lêkolînkirin û got: "Ax û cihê ku ev bombe lê bikaranîn û hemû tiştên ji van bombeyan mane, divê bên lêkolînkirin. Diyarkirina pêkhateya bombeyan ne zehmet e.”

‘JI BO KAREKE ZÊDETIR GUH NADINÊ’

Dr. Mansouran diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên din ên mafên mirovan van sûcan paşguh dikin, bi rengekî cesaret dane dewleta Tirk ku van sûcan bike.

Mansouran wiha pê de çû: "Tirkiye endama NATO'yê ye û NATO jî endama herî girîng ê NY’yê ye. Ji ber têkiliyên kapîtalîst e ku ji bo domandina desthilatdarî û serdestiya siyasî polîtîkayên aborî û dermirovî bimeşîne. Kapîtalîstên global di van têkiliyan de ji bo berjewendiyan hemû sûc dikin. Ji bo pere û sermayeyeke zêdetir bi dest bixin, her sûcî dikin. Di pêvajoya krîza sermayeyê de, şer û faşîzm û sûcên li dijî mirovahiyê di nav çareseriyên kontrolkirina krîzê de ne. Kapitalîst tu carî nikarin van krîzan çareser bikin, tenê ji bo demekê dikarin bi alîkariya sûc kontrol bikin ku kûrtir û dijwartir dibin. Hilberandina çekan, firotina wan û derxistina şer, di nava van tedbîran de ne."

BELGE HENE LÊ KES NAYÊ DARIZANDIN

Têkildarî sûcê bikaranîna fosfora spî di dagirkirina Serêkaniyê de di Cotmeha 2019'an de, Abbas Mansouran destnîşan kir ku gelek belge hene ku dewleta Tirk sûcê şer kiriye.

Mansouran diyar kir ku tevî hebûna delîl û belgeyên sûc, dewleta Tirk hê jî nayê darizandin û got: "Bikaranîna van çekan binpêkirina peymanên navneteweyî û peymanên Konseya Ewlehiyê ya NY’y ye. Delîl, vîdeo, wêne, belge û delîlên din nîşan didin ku Tirkiye van çekên qedexekirî li gundewarên ser bi navçeya Serêkaniyê û Girê Spî bi kar anîne. Rapora berfireh a ji 19 rûpelan pêk tê ku ji aliyê Însiyatîfa Parêzvanên Mafên Mirovan a Rojava ve hat amadekirin, di 27'ê Çileyê de li Parîsê hat ragihandin û piştre di 10'ê Çileya 2020'an de ji Komîsyona Mafên Mirovan a Navneteweyî re hat şandin. Lêkolîna laboratuarê ya li Swîsreyê hat kirin, derket holê ku Tirkiyê di Cotmeha 2019'an de di êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê de fosfora spî bi kar aniye.”

BELGEYÊN NAVNETEWEYÎ

Mansouran hin delîlên hatine bidestxistin wiha rave kir: "Raporên medyaya navneteweyî di sala 2019'an de li seranserê cîhanê hatin belgekirin û nîşandan, tevî raporên li ser lêkolînên klînîk û encamên laboratuarê yên li Swîsreyê, hevpeyvîn û dîmen, navên qurbaniyên mirî û birîndar û şiklên wan, nûçeya rojnamevan Anthony Loyd ya di The Times of London de û gelekên din. Me wek tîmeka tenduristiyê û nûnerê Komîteya Yekem a bergirîya di ber mafên Rojava de, gelek belge pêşkêş kirin û me bi awayekî fermî ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) xwest. Tenê bi nivîskî bersiv dan ku li gorî vê organîzasyonê çekeke kîmyewî ya hatiye qedexekirin, fosfora spî ye.

Tevî van belgeyên zelal Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin, ji bo şermezarkirina hikumeta Tirkiyê û rêgirtina li pêşiya berdewambûna van sûcan gaveke herî biçûk jî neavêtiye.”

ASTENGIYA PDK'Ê

Mansouran destnîşan kir ku dewleta Tirk bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re sînordar nîn e, lê belê heman sûcan di xaka Başûrê Kurdistanê jî de dubare dike û li pişt hemû cureyên hevkariyê siyaset û berjewendiyên hevbeş hene.

Mansouran bi bîr xist ku PDK'ê destûr neda Komîteya Ewropayê ku 27'ê Îlonê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Başûr, hewl da derbasî gundê Hirorî yê Kanîmasiyê bibe û got: "PDK heke dixwaze bi Kurdan û gelên bindest, raya giştî û dîrokê serbilind be, divê çekê hilde ser milê xwe û destê aştî, dostanî û biratiyê dirêjî Kurdan û komên din ên etnîk bike. Tê payîn ku navekî serbilind di dîrokê de bihêlin."

‘NY’YÊ ERKÊN HEYETÊ ÎSTÎSMAR KIRIN’

Mansouran da xuyakirin ku heyetan gelek caran xwestiye biçin herêmê lê her carê pêşî li wan hatiye girtin û got: "Tecrubeya me nîşan daye ku bêyî hevkariya rayedarên herêmî yên Hewlêrê, rêwîtiyeke pisporan a ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî, nikare pêk were. Divê ev panel bi pisporên NY’yê, saziyên mafên mirovan û pisporên APCW’ê re be û ji bo ku sazîyên têkildar lêkolîneke serbixwe bikin. Bêyî garantiyeke bi vî rengî, ne pêkan e ku encama tê xwestin bi dest bixe. Li aliyê din NY û saziyên din ên pêwendîdar bê deng dimînin û çavê xwe ji van sûcan re girtin. Ev heyet gelek caran hatin xwestin, lê bi awayekî NY'yê peywira xwe paşguh kiriye."

Mansouran got divê bi lezgînî biçin Herêmên Parastinê yên Medyayê ku çekên kîmyewî lê tên bikaranîn wiha axivî: "Ji bo belgekirina sûcên bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê, divê bang li saziyeke serbixwe bê kirin. Em daxwaz dikin ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê, civaka navneteweyî û dadgehên navneteweyî yên azad û serbixwe di vê mijarê de bê deng nemînin."

'DIVÊ NY MÎSOGERIYA KOMÎTEYÊ BIKE'

Dr. Mansouran got ji bo ku PDK dîsa komîteyê asteng neke divê NY ewlehiya komîteyê mîsoger bike û wiha dewam kir: “Ji bo ku biçe herêmê divê komîteyeke pisporan a navneteweyî bê avakirin. Divê ev heyet ji Bijîşkên Sînornenas, Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, pisporên OPCW’ê, bijîîşk û pisporên patolojiyê û tiba edlî pêk bên. Divê ewlehiya vê şandeyê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve bihê misogerkirin. Bêyî garantîyeke bi vî rengî, destûra ger û geştê û dîtina rastiyê ne hêsan e. Bê guman tevlêbûna NY’yê û rêxistinên mîna wê pêwîst e. Divê komîteyeke navneteweyî were avakirin da ku hikumeta Tirk û hevkarên wê yên sûc û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê bi dawî bikin.”

‘DIVÊ DEMILDEST DADGEHA BERTRAD RUSSELL BÊ AVAKIRIN’

Dr. Abbas Mansouran diyar kir ku ji bo darizandina dewleta Tirk divê tavilê dadgeheke mîna dadgeha Bertrand Russel bê avakirin û wiha lê zêde kir: "Em dixwazin Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan, civaka navneteweyî û dadgehên navneteweyî yên azad û serbixwe li hemberî van sûcan bê deng nemînin. Divê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û Dîwana Edaletê ya Navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û lêpirsîneke aşkera bikin. Li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê tedbîrên pêwîst bigirin. Ji bo rawestandina bombebaranê divê zext li Tirkiyê were kirin. Ji bo seferberkirina raya giştî û dilxwazên azadiyê yên cîhanê, divê dadgehên mîna dadgeha Bertrand Russell ku di salên 1970'yî de li dijî sûcên şer ên Amerîkayê hatibû vekirin, ji bo darizandina sûcdarên şer bê avakirin. Divê cîhan bertekê nîşan bide. Divê hikumeta Tirk dest ji destwerdana xwe ya leşkerî û dagirkirina Iraq û Sûriyê berde.”

DADGEHA BERTRAND RUSSELL

Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ku gelek caran wek ‘Dadgeha Russell’ tê binavkirin, bi serkêşiya fîlozofê Îngilîz Bertrand Russell hate avakirin da ku sûcên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li Vîetnamê lêkolîn bike û ji cîhanê re eşkere bike. Dadgeh di sala 1966'an de ava bû û di sala 1967'an de li Stockholm û Kopenhagenê darizanin lê çêbûn. Dadgeha Russell ji nûnerên 18 welatan pêk dihat, her çendî di qada navneteweyî de gelekî bal kişandibe jî, li DYA'yê wek saziyeke alîgir hate qebûlkirin û hewl dan paşguh bikin.

DR. ABBAS MENSOURAN KÎ YE?

Welatiyê Swêdê Dr. Abbas Mansouran li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Pehlewî (Şîraz) ya Îranê ji Beşa Tenduristiya Giştî, Epîdemiyolojî û Mîkrobiyolojiyê mezûn bû. Li Zanîngeha Stockholmê di warê vîrolojî û immunolojiyê de wek lêkolîner xebitî. Li Swêdê li ser rêbazên teşhîskirina enfeksiyonên bakteriyan xebitî.

ANHA