​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-10-2022`YAN
29 cotmeh, 2022   23:00

Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel a Demokratîk-Ekolojiyê û bi azadiya jinan bawer in li dar dixe saet di 9:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê bi merasîmekê li hola Reşo ya bajarê Hesekê şehîdên meha Cotmehê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr tînin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê, salvegera damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 9`an li dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê pîroz dike. Li aliyekî din şêniyên Minbicê bi heman mebestî şaiyek li dar dixin saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Ehmed El Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê siyaseteke hevbeş li dijî Rêveberiya Xweser dimeşînin. El Xelef bang li partiyan û civakê kir ku siyasetên dijberî herêmê eşkere bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pisporê çekên kîmyewî Dr. Abbas Mansouran diyar kir ku ji vîdeoyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîla xuya ye dibe ku artêşa Tirk bombeyên kîmyewî yên mîna cyclosarin (GF), klorofîn, sulfur mustant (SM), tabun (GA), sarîn (GB) û fosfora spî û her wiha gazên metalên giran ên tungsten, bombeyên jehrê yên siyanonîk bi kar anîbin û got "Ji bo tespîtkirina cureyên bombeyên gazê û madeyên kîmyewî, divê ji nêz ve li rewşa birîndaran binêrin û ji axê bigire heta bermahiyên bombeyên hatine bikaranîn û kincan, divê her tişt were lêkolînkirin." (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 6 sal in li dû hev Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Guhertina dema lidarxistina pêşangehê, firehkirina daîreya weşanxaneyên beşdar û mijarên din ku aliyên têkildar pêşkêş kirine, rolek di biserxistina pêşangehê de lîst. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Rojnamegera tunisî Zihor El Meşriqî da zanîn ku sûcên li dijî jinan ên dagirkeriya Tirk û rejîma Îranê, hovîtiya rejîman a li dijî vîna jinan eşkere dikin û bang li jinan kir ku xebatên xwe li hember van rejîman bikin yek.(BI WÊNE)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Nirxandinên şaş ên dewleta Tirk a dagirkger, Erdogan xist nav kêşeyeke mezin piştî ku destûr da çeteyên Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra berê) li Efrîna dagirkirî belav bibin. Li aliyekî din Îran û Amerîka bi lez serokwezîrê nû yê Îraqê pîroz kir, piştî ku parlamento bawerî da hikumeta wî.(BI WÊNE)

Di çend hefteyên derbas bûne de, li paytexta Tunis û gelek bajarên din ji ber aloziya aborî li paytexta welêt Tunisê û gelek bajaran, xwepêşandan dest pê kirin.(BI WÊNE)

ANHA