`Divê ajan û sîxur berdêla xiyaneta xwe bidin û hesab ji wan were pirsîn`

Beşdarên ku tev li merasîma şehîd Elî û Dogan bûne, destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker çi dike bila bike ew nikare gelê berxwedêr û têkoşer têk bibe. Beşdaran soza şopandina rêya şehîdan dan û banga hesabpirsînê ji sîxuran kirin.

`Divê ajan û sîxur berdêla xiyaneta xwe bidin û hesab ji wan were pirsîn`
`Divê ajan û sîxur berdêla xiyaneta xwe bidin û hesab ji wan were pirsîn`
`Divê ajan û sîxur berdêla xiyaneta xwe bidin û hesab ji wan were pirsîn`
`Divê ajan û sîxur berdêla xiyaneta xwe bidin û hesab ji wan were pirsîn`
`Divê ajan û sîxur berdêla xiyaneta xwe bidin û hesab ji wan were pirsîn`
`Divê ajan û sîxur berdêla xiyaneta xwe bidin û hesab ji wan were pirsîn`
`Divê ajan û sîxur berdêla xiyaneta xwe bidin û hesab ji wan were pirsîn`
`Divê ajan û sîxur berdêla xiyaneta xwe bidin û hesab ji wan were pirsîn`
29 cotmeh, 2022   17:59
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişlo cenazeyên şehîd Elî Ebdî Awz ê ji Bakurê Kurdistanê û Mezlûm Tonk li goristana şehîd Delîl Saroxan oxir kir ku di 24`ê Cotmehê de di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Qamişlo de şehîd bûbûn.

Tê destnîşankirin ku şehîd Elî Ebdî Awz ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ji gundê xwe Hezexê koçber bûye û li Rojava bi cih bûye.

Bi hezaran şênî, endamên meclisa kantona Qamişlo, bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekitiya Jinên Ciwan, malbata şehîd Elî ku ji Bakurê Kurdistanê hatî, di merasîmê de beşdar bûn.

ŞEHÎDÊN PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNA ME NE

Li goristanê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan û got:  “Mîna ku rêber Abdullah Ocalan gotiye, şehîd pêşengên têkoşîna me ne. Em soz didin ku şopdarên rêya wan bin, armancên wan pêk bînin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Dijminê gelê Kurd, yek e. Dijminê bav û kalan nabe dostê zarokan.”

Osman behsa fedakariyên gerîla li hember dagirkeriya Tirk kir ku li çiyayên Kurdistanê dikin û got: “Em têkoşîn û îsrara wan a li ser pêkanîna serkeftinê û sekna li hember zulmê, silav dikin.”

Osman kiryarên sîxur û ajanan şermezar kirin û got: “Divê ajan berdêla kiryarên xwe bidin. Divê hesab ji wan bê pirsîn. Divê gelê me bi hêzên asayîşê re hevkar bin.”

DAGIRKERIYA TIRK SIYASETA ÇEWISANDINÊ DIMEŞÎNE

Endamê rêvebeirya kargeha Cizîrê ya Rêveberiya Xweser Nûrî Elî axivî û got: “Em ê rêya şehîd Elî û Dogan bi kar û xebatê berdewam bikin. Dewleta Tirk siyaseta çewisandinê li Kurdistanê dimeşîne. Yên ku banga biratiya gelan dikin, tên hedefgirtin. Êdî gel baş dizane planên dagirkeriya Tirk çi ne.”

Nûrî bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erk û berpirsyariyên xwe li hember sûcên dagirkeriya Tirk bînin.

EM NAHÊLIN DIJMIN VINA ME BISIKINE

Bi navê malbata şehîd Elî Şerîf Xelîlî axivî û got: “Em spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin ku aştî û ewlehiya herêmê diparêzin.”

Xelîlî wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd gelek lihevkirin pêk anî mîna Qesra Şêrîn, Lozan, hevbendiya Bexda û gelek lihevkirinên din da ku vîna gelê Kurd bişikîne û wan tune bike. Di serdema 19`an de gelê kurd ji mafên wî bêpar hiştin, îro jî dixwazin heman tiştî dubare bikin.”

Xelîlî wiha berdewam kir: “Em nahêlin dijmin vîna me bişikîne. Ji ber wê, divê em asta têkoşînê di çarçoveya xweparastinê de mezin bikin. Em ne tenê malbata şehîd Elî ne lê belê em malbata hemû şehîdan in.”

Di dawiya merasîmê de, girseya gel cenazeyên şehîdan veşartin.

ANHA