Hewldanên teşwîqkirina çanda xwendinê di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 6 sal in li dû hev Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Guhertina dema lidarxistina pêşangehê, firehkirina daîreya weşanxaneyên beşdar û mijarên din ku aliyên têkildar pêşkêş kirine, rolek di biserxistina pêşangehê de lîst.

Hewldanên teşwîqkirina çanda xwendinê di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de
30 cotmeh, 2022   06:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê gelek qadên jiyanê li herêmê geş bûn di nav de qada çandî bi taybet qada weşanê û nivîsandinê. Gelek weşanxane derketin, çapxaneyên mezin û pêşketî li herêmê belav bûn. Ev jî karê nivîskaran hêsan kir ku berhemên xwe çap bikin û belav bikin. Tê zanîn ku pêşketina qada weşan û nivîsandinê, pêwîstiya wê bi geşbûna tevgera kirîn û frotina pirtûkan heye ku di encamê de gelek pirtûk tên belavkirin. Lidarxistina pêşangehên salane, derfetê dide ku berhemên kevn û nû werin pêşandan. Yanî derfetê dide xwîner ku pirtûkan peyda bike. Her wiha ji bo pirtûkxaneyan, weşanxaneyan derfeteke ku berhemên xwe pêşkêş bikin. Ev jî sûka pirtûkan geştir dike û rolek di xurtkirina çanda xwendinê de dilîze.

Ji vê bingehê, fikra lidarxistina pêşangeheke salane ya pirtûkan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat. 1`emîn pêşangeh di 20`ê Tîrmeha 2017`an de li Qamişlo hemwextî salvegera şehadeta têkoşer û rewşenbîr Hisên Çawîş (Herekol) bi navê “Herekol” hat lidarxistin, piştre êdî her sal li dar dikeve û hemû weşanxane, pirtûkxane, nivîskar û xwîner li bendê dimînin.

Di 22`yê Cotmeha îsal de 6`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol piştî 3 mehan li ser dema wê ya her sal, li dar ket. Du sedemên vê derengxistinê hene, ya yekê dema wê ji payîzê re hat derengxistin ji ber havîn pir germ e. Ya din ji ber ragihandina rewşa awarte.

wekî her sal, pêşangh ji aliyê dayika şehîd Herekol ve tê vekirin û merasîmeke kurt tê lidarxistin ku tê axaftin têne kirin.

Di pêşangeha îsal de, 51 weşanxane beşdar bûn di nav de yên xwecih, ji dewletên ereb û Ewropayê, weşxaneyên kurdî ji Bakurê Kurdistanê beşdar bûn. Tê de 130 hezar pirtûk bi 13 hezar serenavên cuda û mijarên cuda bi zimanên kurdî û erebî hatin pêşandan.

Weşanxane li ser beşan bi awayekî baş hat belavkirin. Ji bo pêşandana pirtûkan refik hatin veqetandin bi şêwazekê ku serlêder bikarin bê astengî di nav pêşangehê de bigerin.

Ji roja yekemîn a pêşangehê ve ku 8 rojan dom kir, asta beşdarbûna kêm a şêniyan diyar bû. Lê ev dihat pêşbînkirin ji ber rewşa giştî ya herêmê bi taybet rewşên jiyanî li gel daketina nirxê lîreyê Sûriyê paşde çûye ku di encamê de asta kirînê ya şêniyan kêm bû. Her wiha şêniyên bajarên ji Qamişlo dûr in nikarin lêçûna çûn û hatinê tehemul bikin.

Serlêderên pêşangehê bi xwe zêde pirtûk nekirîn, tenê du sê pirtûk kirîn. Ji ber nirxê pirtûkan ne li gorî quta wan a mehane ye. Pirtûkên xwecih, bi nirxên erzan dihatin frotin û gelek weşanxaneyên xwecih, pirtûk bê pere li wan belav dikirin. Lê weşanxaneyên ji derveyî herêmê yan jî derveyî Sûriyê, biha bûn ji ber lêçûna veguhastina pirtûkan û gihandan wan a herêmê zêde bû.

Komîteya Amadekar û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, hewl dan pêşangehê bi ser bixe û kirîna pirtûkan ji aliyê serlêderan ve hêsan bike bi rêya girtina gelek tedbîran. Jê bi hevkariya weşanxaneyan û pirtûkxaneyan piştgirî da gelek pirtûkan û hin caran bi rêjeya ji sedî 35 ji nirxê pirtûkan daxist. Her wiha kartên bi nirxê 10 hezar lîre li serlêderan belav kir da ku bikarin pirtûkan bikirin. Her wiha otobus eyar kirin da ku serlêder ji herêmên dûr werin pêşangehê. Bi Desteya Perwerdeyê re, koordîne kir da ku xwendekarên dibistanan serdana pêşangehê bikin û bê pere pirtûk li xwendekaran belav kirin.

Di pêşangehê de, çalakiyên çandî û hunerî li dar ketin. Tê de panelên diyalogê, têkildarî mijarên çandî û civakî li dar ketin. Şahiyên îmzekirina pirtûkan rojane li dar ketin. Li rex wê jî, pirtûk di şahiyên îmzekirinê de bê pere hatin belavkirin. Pêşbirgên çandî li dar ketin û pirtûk li ser kesên serkeftî belav kirin. Di pêşangehê de gelek hunermend û muzîkjen berhemên xwe pêşandan.

Ji bilî serdanan û kirîna pirtûkan, pêşangeh derfetek bû ku gelek rewşenbîr û nivîskarên ji bajarên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kom bibin. Beşên weşanxaneyan bûn kombûnên rewşenbîrî ku tê de rewşenbîran berhem û pirtûkên xwe yên nû parve dikirin.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol, bûyereke çandî ya girîng e ku salane li dar dikeve û gelek weşanxane, nivîskar û wîner li bendê dimînin. Lidarxistina pêşangehê ji bo Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê li gel şertûmercên ku herêm tê re derbas dibe, destkeftiyeke girîng e.

ANHA