Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bû

6`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol îro bi xelatkirina 4 weşanxaneyan, kesayetên beşdar û ajansa me bi dawî bû.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bû
29 cotmeh, 2022   18:22
QAMIŞLO

Bi dehan rewşenbîr, endamên Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo, gelek kesayetên din, malbata şehîd Herekol li hola Zana ya Qamişlo kom bûn û tev li roja dawîn a pêşangehê bûn.

/ar/uploads/files/2022/10/29/165233_rwnahy-hsn.webp

Di roja dawîn a pêşangehê de, çalakiyek hat lidarxistin û tê de cîgira hevserokatiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen axivî û spasiya hemû kesên tev li pêşangehê bûne, hewl dan wê bi ser bixin, kir. Her wiha bi taybet spasiya dayika şehîd Herekol Xedîce Mele Îbrahîm kir ku ji roja yekemîn a pêşangehê ve beşdar bû.

Di pêşangehê de, pirtûka bi navê “Herekol” a nivîskar Dilovan Amûdê hat îmzekirin û 140 kopiyên wê ku Weşanxaneya Şilêr çap kirine hatin belavkirin. Her wiha çapkirina 5 pirtûkên din ên nivîskar: Maluvan Resûl ji herêma Cizîrê, Cuma Heyder ji Minbicê, Mihemed Emîn Elîko ji Helebê, Ebdullah Şikakî ji Efrînê û Foziye Mirî ji Reqayê, hat ragihandin ku dê sala bê di pêşangehê de werin pêşandan.

Her wiha dayîka şehîd Herekol (Hisên Çawîş) Xedîce Mele Îbrahîm, 40 weşxane, nivîskar û kesayetên din ên ku tev li pêşangehê bûne û ajansa me ku ji destpêkê ve pêşangeh şopand, hatin xelatkirin. Piştre hunermend Beha Şêxo berhemên xwe pêşandan.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol, îro bi dawî bû û tê de gelek çalakiyên wêjeyî, çandî û şahiyên îmzekirina pirtûkan hatin lidarxistin. Tê de 130 hezar pirtûk bi 13 hezar navên cuda û mijarên cuda hatin pêşandan.

ANHA