Komxebata Diyalogê ya Jinan bi encamnameyê bi dawî bû

Komxebata Diyalogê ya Jinan di roja xwe ya duyemîn de Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve hatibû organîzekirin bi encamnameyekê bi dawî bû.

Komxebata Diyalogê ya Jinan bi encamnameyê bi dawî bû
29 cotmeh, 2022   17:32
HELEB

Komxebata Diyalogê ya Jinan du rojan dewam kir. Her wiha îro bi xwendina encamnameyê bi dawî bû ku ji 11 bendan pêk tê.

Piştî li ser mijara duyemîn a komxebatê nîqaş hatin kirin, beşdaran bend û encamnameya dawîn a komxebatê nîqaş kirin.

Pitî nîqaşên berfireh, li ser daxuyaniya ku ji aliya çalakvan Necwa Tawîl ve hatiye xwendin, hat lihevkirin û Komxebata Diyalogê ya Jinan bi dirûşma Jin û guhertina demokratîk li Sûriyê bi dawî bû.

Encamnameya dawî ya komxebatê wiha ye:

Komxebata Diyalogê ya Jinan a Sûriyê  bi dirûşma Jin û guhertina demokratîk a li Sûriyê bi hevkariya Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî li dar ket. Komxebat du rojan; 28-29`ê Cotmehê li dar ket. Tê de jinên sûrî yên ji parêzgehên cuda beşdar bûn û tê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin:

Mijara yekemîn nasnemeya niştîmanî ya Sûriyê û ya din jî rola jinan di guhartina demokratîk de ber bi nenavendiyê ve hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan, beşdaran li ser van bendan li hev kir:

-Girîngiya û pêwîstiya avakirin û diyarkirina nasnameyeke nîştimanî ya komker.

-Girîngiya rola jinan ku tev li jiyana siyasî û kar û barên giştî bibin.

-Nasnameya nîştimanî ya komker li gorî rêgezên edalet, azadî, îtîrafkirin, qebûlkirina aliyê din û redkirina paşguhkirin û înkarkirinê pêk tê û ava dibe.

-Ji bo guhertina reftariya civakî ku tevlêkirina jinên sûrî û aktîfkirina rola wê di civakê de sînordar dikin, divê kar û xebatên cidî li dar kevin.

-Pêwîstiya tevlêkirina jinan di xebatên siyasî û sazkirina destûrê de ku mafên wê dabîn dike.

-Nenavendîbûn, wesîle ye ne armanc e da ku rêveberiyeke çalak, kolektîf, demokratîk, zelal û a ji bo pêkanîna geşepêdaneke domdar û jiyaneke baştir ji sûriyan re, pêwîst e.

-Nenavendîbûn, parvekirina kar û erkan di navbera navend û saziyên xwecih de ye û nayê wateya bidawîkirina desthilata navendê.

-Teqezî bi diyaloga sûrî-sûrî were kirin da ku nêrîn bibin yek û bigihêjin lihevkirinan û aloziya Sûriyê çareser bibe.

-Teqezî bi girîngiya rola jinan di pêkanîna aştiyê û bidawîkirina şer û dagirkirinê de were kirin.

-Xurtkirina kar û xebatên jinan û yekirina wan ji bo piştgiriya dozên jinan û civakê.

-Rola jinan di xurtkirina hevgirtina civakî û aştiya navxweyî girîng e.

(dm)

ANHA