Li Tunisê xwepêşandan û aloziyên xwarinê, gelo li Tunisê şoreşeke din wê çêbibe?

Di çend hefteyên derbas bûne de, li paytexta Tunis û gelek bajarên din ji ber aloziya aborî li paytexta welêt Tunisê û gelek bajaran, xwepêşandan dest pê kirin.

Li Tunisê xwepêşandan û aloziyên xwarinê, gelo li Tunisê şoreşeke din wê çêbibe?
30 cotmeh, 2022   03:25
QAHÎRE-MUHSIN EL MESRÎ

Li Tunisê aloziyeke aborî heye ku encamên wê piştî tunebûna hinek madeyan di nav sûkê de û bihabûna madeyên din û aloziya sotemeniyê derketin pêş.

Li gorî raporan, li Tunisê madeyên bingehîn weke şekir, zeyta nebatî û birînç ji dikanan kêm dibin û welatiyên Tunisê mecbûr dibin ku bi seatan bisekinin da ku pêdiviyên xwe peyda bikin.

ALOZIYA SIYASÎ

Hêzên siyasî serokê Tûnisê Qeys Seîd tawanbar kir ku ew rêbazeke desthilatdar dimeşîne û welat vedigerîne dema desthilatdariya tekekesî ku Tunisê piştî şoreşê jê xelas bû û serokê wê yê berê Zên El Abdîn bin Elî piştî 23 salan têk bir.

Serok Qeys Seîd soz da ku li hember xwepêşandanên li bajêr ku li dijî siyaseta wî derdikevin, bisekine û piştrast kir ku ew dê siyaseta xwe bidomîne heta ku dewleta xwe ji destê “kesên tevliheviyê derdixin”, xilas bike.

IHTÎMALÊN VEKIRÎ

/kr/uploads/files/2022/10/29/194525_-.webp

Mamosteyê qanûna giştî li Tunisê Dr.Sexîr El Zekrawî piştrast kir ku li Tunisê aloziyeke aborî ya mesin heye û destnîşan kir ku dewlet êdî nikare hin madeyên xwarinê yên esasî ku li sûkan kêm bûne weke şekir, qehwe, zeyt û bi taybet sotemenî peyda bike ku damarê aboriyê ye.

El Zekrawî ji ajansa me re diyar kir ku ev rewşa siyasî û aborî ya paşketî rê li ber xwepêşandanan li hin taxên taybet li paytextê vekir û got di asoyan de tu çareserî xuya nakin.

El Zekrawî hişyarî da ku siyaseta tekekesî ya serok Qeys Seîd û redkirina danûstandinanê, mayîna wî di desthildatê de dixe xetereyê û anî ziman ku hemû ihtîmal êdî gengaz in.

El Zekrawî da zanîn ku, ji ber ku welatiyan nikarîn pêdiviyên xwe peyda bikin û bêkarî pir bûye, ciwan neçar man ku koçber bibin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo zanîna dijwariya rewşa li Tûnisê, şopandina keştiyên mirinê yên li Derya Spî têrê dike.

Têkildarî dubarekirina bûyerên " Bihara Erebî" li Tunisê bi taybet li gel hebûna bangewaziyan ji bo lidarxistina xwepêşandana li Misrê.

El Zekrawî wiha domand: “Welatê wî du caran nayê xopandin û pirsgirêkên Tunis ne weke pirsgirêkên Misirê ne.”

Têkildarî pêşeroja rewşa Tunisê, El Zekrawî piştrast kir ku hemû îhtimal mumkin in û jê  bidawîbûna serweriya Seîd a desthildar.

PÊŞEROJA NE DIYAR

/kr/uploads/files/2022/10/29/194546_-.webp

Analîzvanê siyasî yê ji Tunisê Nîzar El Cilêdî diyar kir ku Tunis rastî aloziyeke aborî ya xirab tê, sedmên wê yên derve û hundir hene, ji ber ku serokên gendelîyê û keyspaziyê dixwazin xebatên siyasî ya piştî 25`ê Tîrmehê asteng bikin û tevliheviyeke civakî li welêt çêkin.

dixwazin rêya siyasî ya piştî 25'ê Tîrmehê têk bibin û hejandineke civakî ya hundirîn çêbikin.

Ji ber şerê Rûsya li Ukraynayê û aloziya petrolê ya cîhanî aloziyeke derve çêbû. Li rex wê aloziyên li herêmê bi taybet li sûka bazirganiyê ya di navbera Tunis, Lîbyayê û Cezayirê de berdewam e nexasim piştî aloziyeke dîplomatîk bi Mexribê re.

El Cilêdî wiha pê de çû: “Tunis li derveyî Rojhilata Navîn û Mexribê nikare bijî. Li rex wê jî şirîkê wê yê aborî yê sereke Ewropa di nava aloziyên mezin de ye. ” 

El Cilêdî destnîşan kir ku ev sêgoşeya navxweyî, derve û jeopolîtîk bi yek awayî bandorê dike û krîzeke aborî û xwarinê derdixe holê, lê nîşaneya dubarekirina şaştiyê nade.

Têkildarî îhtîmal ku şoreşeke nû li Tunisê çêbibe, El Cilêdî got: “Gelê Tunisê ji çêkirina reşpelîkeke din a `Bihara Erebî` re yan çêkirina tevliheviyan di welêt de ne amade ne. Ji ber dizanin ku siyasetmedar nikarin kar bikin û çareseriyan ji aloziya li welêt re pêşkêş bikin.”

El Cilêdî diyar kir ku tunisî xwe dispêrin serok Qeys Seîd ku wan xilas bike lê ne diyar e, ji ber ku serok bi xwe di ezmûnê de ye.

El Cilêdî anî ziman ku pêşeroja Tunisê ne diyar e, lê belê çareseriya yekane ew e ku gelê Tunisê vegere karê xwe, hilberandin û sebrê û wia gotinên xwe bi dawî kir: “Divê serok gaveke bi cesaret bavêje ku şerê gendeliyê bike û careke din hilberîn û kar çalak bike. Bi vê yekê hinekî tunisiyan rihet bike.”

(dm)

ANHA