Li Helebê şehîd Mihemed Ereb hate oxirkirin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şehîd Mihemed Ereb li goristana şehîdan oxir kir.

29 cotmeh, 2022   15:32
HELEB

Di merasîma şervanê YPG′ê Mihemed Ebdulmecîd Ereb (Ebû Ereb) de ku encama krîza dil de şehîd bûbûn, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û şervanên YPG û YPJ′ê amade bûn.

Karwana şehîd ji pêş Nexweşxaneya Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ber bi goristana şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf ve dest pê kir.

Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Mihemed Xelîl wiha got: "Em bejna xwe li hember fedekariyên şehîdan ditewînin. Şehadet pîroz e û her kes nikare xwe bigihîne wê."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Leşkerî ya YPG′ê Helebê Hemze Heleb li ser şehîd wiha axivî: "Di 2018′an de di dema berxwedana Efrînê de, şehîd ji min re got ez nikarim di karê medenî de bixebitin û ez dixwazim tev lî YPG′ê bibim û çekê bi hevalên xwe re rakim."

Hemze soza berdewama rêça şehîdan heta serkeftinê nû kir û wiha pê de çû: "Bi şehadeta hevrêyê xwe em soza şopandina li ser rêça wan heta rizgarkirina herêmên xwe û pêkanîna serkeftinê nû dikin."

Li ser nave malbata şehîd, pismamê şehîd, Farûq Ereb axivî û wiha got: "Li pêş şehîd û li pêş çavên hemû haziran em soz didin şehîd ku rêça wî bişopînin."

Li dawiyê, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zekiye Mistefa wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA