Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê Mihemed Raşid El Îsa li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya li herêma Ebû Xeşeb spart axê.

Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir
Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir
Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir
Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir
Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir
Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir
Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir
Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir
Şêniyên Dêrazorê şehîd Mihemed Raşid El Îsa oxir kir
29 cotmeh, 2022   15:20
DÊRAZOR

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şehîd Mihemed Raşid El Îsa li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya li herêma Ebû Xeşeb veşart. Mihemed El Îsa di dema li ser erka xwe ya li Dêrazorê de bû, şehîd bûbû.

Di merasîmê de şêniyên bajêr, QSD′ê, YPJ, YPG′ê, Rêveberiya Xweser û endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Dûre yek ji fermandarên Hêzên Parastina Civakê Mihemed El Seyid wiha got: "Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê em sersaxiya malbata şehîd dixwazin ku di oxira welat di ewlehî û îstîqrarê de be canê xwe da."

El Seyid wiha domand: "Em ji şehîdên xwe re û şehîdên QSD′ê re dibêjin tu tiştî şûna bîrîkirina we nagire, lê bîrîkirina di hizûra şehadetê de xweşbûnî ye. Şehîd di koça xwe de êşê nahêle, lê belê ewlebûnê dide. Em QSD′ê dê li ser şopa şehîdan dewam bikin."

Her wiha endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya li kampa Ebû Xeşeb Zehra El Taye wiha got: "Şehîd menareya azadiya rêça me ne, wan di oixira em bi azad û rûmet bijîn de cane xwe de û armanca wan erka li ser milê me ye."

Zehre wiha bi dawî kir: "Ji vî cihî pîroz em bejna xwe li hember şehîd ditewînin û sersaxiya malbatê dixwazin û soz didin li ser şopa şehîd heta pêkanîna serkeftinê bimeşin."

Dûre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin, her wiha şehîd bi tilîliyên dayikan hate oxirkirin.

ANHA