Di komxebata diyalogê ya jinan de nîqaşên nenavendîbûnê

Beşdarên komxebata diyalogê ya jinan di mijara duyemîn a li ser nenavendîbûnê de da zanîn ku nenavendîbûn serxwebûna biryarê garantî dike.

Di komxebata diyalogê ya jinan de nîqaşên nenavendîbûnê
Di komxebata diyalogê ya jinan de nîqaşên nenavendîbûnê
Di komxebata diyalogê ya jinan de nîqaşên nenavendîbûnê
Di komxebata diyalogê ya jinan de nîqaşên nenavendîbûnê
Di komxebata diyalogê ya jinan de nîqaşên nenavendîbûnê
Di komxebata diyalogê ya jinan de nîqaşên nenavendîbûnê
Di komxebata diyalogê ya jinan de nîqaşên nenavendîbûnê
29 cotmeh, 2022   15:52
HELEB

Komxebara diyalogê ya jinan li Helebê li Kefîterya Telit Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya 55 delegeyên ji parêzgehên Sûriyê nîqaşên li ser mijara duyemîn a nevandîbûnê dewam dike.

Endama Koordînasyona Jinan a komîteya amadekar a komxebatê Menal Hec Elî mijara duyemîn xwend û tê de îşaret bi doza jinan kir û got ew dozên serdemê li ser asta cîhanê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybet cidî ne û bandorê li hemû civakê û heta şêweya sîstema siyasî dike.

SÎSTEMA NAVENDÎ LI SÛRIYÊ SEDEMA BINGEHÎN A KRÎZA HEYÎ YE

Menal Hec Elî di mijara duyemîn de bal kişand ser paşguhkirin û dûrxistina jinan ji rola wê ya aktîf di civakê de ku bi sedema dûrketina dewletê ji demokrasî û mafên mirovan e û wiha got: "Sîstema navendî ya desthilat li Sûriyê sedema bingehîn a krîza heyî ye."

Menalê behsa mijara dîrokî ya nenavendîbûnê li Sûriyê li kêlek girîngiya wê kir û wiha domand: "Ji ber parçebûn û şikestinên siyasî, civakî, erdnîgarî û çandî ku civaka Sûriyê tê jiyîn, nenavendî xala ketina çareseriyê û misogerkirina yekitiya herêmên Sûriyê ye."

Menal wiha pê de çû: "Sûriye di rewşa xwe ya niha de, di navbera sê herêmên serwer de hatiye parçekirin ku hema bêje danûstandin di navbera wan de nemaye û yekkirina stemkariya navendî û projeyên neneteweyî yên ku li gorî ajandayên welatên herêmê ne. Nenavendî pêwîstî û garantiya yekitiya erdnîgariya Sûriyê ye."

Li ser pêkanîna nenavendî ji aliyên siyasî, rêveberî, darayî û rêgezên bingehîn Mena lev tişt anî ziman: "Pêdiviya Sûriyê bi lidarxistina Peymana Civakî li ser astên herêmê û nîştimanî heye, her wiha pêwîstî bi têkilî, lezbûn, global û pêxistina têkiliyên li ser astên civak û dewletan heye."

Di dawiyê de Menal Hec Elî diyar kir ku sazkirina Peymana Civakî ya şaristanî hemû xwestekên jinan, desteka rêxistin, sazûmanî û mafên jinan ber bi pêxistina xebata jinan û eşkerekirina taybetmendiyên xwe pêk tîne. Her wiha rola jinan bi rêya dezgehên çapemeniyê, lidarxistina civînên diyalogê û nîqaşên li ser girîngiya rola wê û gihandina civakek tendurist û dûrî krîzan pêk tîne. Dê ev xal gelek pirsgirêkên li Sûriyê û rewşa jinan çareser bike.

MIJARA DESTHILATÊN HERÊMÎ BERBELAVBÛNA GENDELIYÊ ZÊDE DIKE

Her wiha gelek nîqaşên di komxebatê de hatin kirin. endezyar û çalakgera jin Lîza Asî da zanîn ku divê ol ji dewletê were qutkirin û wiha got: "Em dixwazin dewleteke îlmanî were avakirin da ku xwe bigihînin Sûriyeke şaristanî ku rêzê ji pirrengiya civaka Sûriyê re digire. Em bang dikin ku desthilat ji hev qut bibin. Mebesta me li vir desthilata rêveberî û qanûnsaz ji hev qut bibin û dozger ne li aliyê partiyan be."

Lîza Asî diyar kir ku di navendîbûnê de cemidandin û paşguhkirina hemû hûrgiliyan heye. Lê li Sûriyê hemû destûr di destê desthilatên herêmê de bûn, bi wê re gendeliyeke mezin belav bû.

Lîza di dawiyê de got ew di gelek aliyan de bi mijara nenavendîbûnê re ye, lê hin rêzervanên wê têkildarî mijara yekrêziya welat de ku gefan li neyekkirina hêzên leşkerî dixwe û divê garantiya hemû pêkhateyan ji aliyê çandî ve hebin û mafên wan bên dayîn, hene.

DIVÊ NENAVENDÎ GIRÊDAYÎ MIJARA HUNDIRÎN BE

Li aliyekî din jî çalakger Rende Ebdullah li ser mijara duyemîn ev tişt got: "Rêgezên bingehîn ên nenavendîbûnê li Sûriyê li gorî nêrîna min, ji her herêmekê re mafê wê yê pêkanîna têkiliyan bi gelên cîhanê re heye. Lê ez ne bi vê yekê re me, ji ber divê nenavendî di çarçoveya hundirîn de be û mijara têkiliyên derve divê girêdayî hemû herêmên li yek welatî be."

NENAVENDÎ SERXWEBÛNA BIRYARÊ GARANTÎ DIKE

Çalakgera jin a çerkes Hind Daxistanî da zanîn ku têgeha nenavendîbûnê di zanîsta siyasetê de nû ye û wiha got: "Danasîna wê ew e ku desthilata li saziyên herêmî ji her herêmekê yan jî rêveberiyekê re bê veguhastin. Ji ber her herêmek xwedî desthilata qanûnsaz, dadger û rêveberî ye. Divê ev proje pêk bê da ku hemû doz bên çareserkirin. Ji ber ol ji dewletê qut dike û serxwebûna biryarê dide welatê Sûriyê û mafên hemû pêkhateyan garantî dike."

Endama Federaliya Weqfa Mafên Jinan û parêzera Amazigh a ji Mexribê Fethiye Şitato wiha got: "Veguherîna li demokrasiyê bi hevkariya jinan di hemû aliyan de li gel mêr bi rêya dayîna wê mafên sivîl, aborî û çandî ve şertgir e. Ji ber wê roleke girîng di guhartina erênî ya civakan de lîst."

Fethiye wiha domand: "Jina avakera nifşan e û rola jinan di hemû aliyan de bi rêya dabînkirina parastinê û peydakirina aliyê aborî ji bo fînansekirin û zanakirina civakê ku berpirsiyariya xwe li hember jinan rake xurt dibe."

Tê payîn komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA