​​​​​​​Li Cizîrê 9 kes hatin destgîrkirin

Li Cizîrê di destê sibehê de polîsên Tirk girtin ser malan û 9 kes destgîr kirin.

​​​​​​​Li Cizîrê 9 kes hatin destgîrkirin
29 cotmeh, 2022   10:51
NAVEDA NÛÇEYAN

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vê sibehê polîsên tevgera taybet girtin ser malan û Hozan Gokalp, Tatar Gokalp, Ridvan Turel, Nûrûllah Kûramî, Recep Tûran, Gogan Geçgel, Bûrhan Macak, Ahmet Turug û Ceger Cagînî hatin destgîrkirin.

Sedema destgîrkirinê nehate zanîn û 9 kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.